Endama Meclisa Jinan a Şaredariya Farqînê Pinar Memîş û xebatkara Şaredariya Farqînê Hediye Bîlge Azarkan derbarê “Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê” ku li navçeya Farqînê hate lidarxistin diyar kirin ku armanca wan ew e ku ew kar û xebat û keda jinan bidin nîşandan.
Şaredariya Farqînê ya Amedê û Komeleya Jinan a Wêje, Çand û Hunerê (KASED) li Parka Rindêxan a navçeyê festîvala “Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê” li dar xist. Bernameya ku hatibû lidarxistin bi nîşandana defîleya cilûbergên Kurdî, bi kilamên dengbêjiyê, bi danîna standan a hilberînên keda jinê konseran û bi gelek bernameyên cur bi cur li navçeyê sê rojan berdewam kir. Bi taybetî jinan gel eleqeyeke zêde nîşanî festîvalê da. Endama Meclisa Jinan a Şaredariya Farqînê Pinar Memîş û xebatkara Şaredariya Farqînê Hediye Bîlge Azarkan derbarê hevdîtina jinan de axivîn.
Endama Meclisa Jinan a Şaredariya Farqînê Pinar Memîş anî ziman ku armanca wan ew bû ku ew kar û xebat û keda jinan bidin nîşandan û wiha got: “8-9 sal bûn qeyim pêşî li xebatên me digirt û dest avêtibû îradeya vî gelî. Ewil mafê jinan binpêkiribû. Ya din armanc nîşandana cilûbergên Kurdî yên resen bû. Keda jinan her wext li her derî zêde ye, em çiqas bêjin jî kêm dimîne. Li vir tu mafekî jinan tune bû. Dema ku em diçûn li malan digeriyan û me ji jinan re qala vê xebatê dikir matmayî diman. Qada ku jin lê hebe, li wir her tişt heye. Me li vir saziya bi navê NÛDEMê vekir, lê me dît ku ev tişt bi tenê têr nake. Em ê berdewamiya vê yekê pêk bînin û em ê bi vê festîvalê bi sînor nemînin.”

‘Em ê bi tenê li ser van xebatan nemînin’
Pinar Memîş bi lêv kir ku dema ku wan ev bername li dar xistiye, bawer nedikirin ku qad tijî bibe û wiha domand: “Keç û xortên me yên ku defîleya cil û bergên Kurdî nîşandan ew bêhtir hêz didin mirov. Ev jî bi pêşkêşiya jinan bû ku qad ew qas tijî bû. Em ê bi tenê li ser van xebatan nemînin. Em ê weke meclisa jinan kar û xebatên li dijî fihûşê û madeyên hişbirê û tiryakê jî bisekinin. Niha jî me dest bi xebatên danîna bostan kiriye, me ew daye koperatîfeke biçûk ew jî dîsa hevalên jin têde dixebitin.”
‘Keda jinan li vir gelek e’
Hediye Bîlge Azarkan jî ku di Şaredariyê de di Midûriyeta Çandê de cih digire diyar kir ku armanca wan a festîvalê ew bû ku jin bi ked û hilberînên xwe li her qadê dikaribin cih bigirin û hilberînên xwe bidin firotin û wiha axivî: “Ya duyemîn jî li ser çand û ziman me xwest ku em van atolyeyan mezin bikin. Her roj em du atolyeyan li dar dixin. Vê festîvalê jî bi hevkariya Miduriyeta Çandê û ya Jinan ya şaredariyê me pêk anî. Keda jinan li vir gelek e. Dema ku me ev bername li dar xist hinek tirsa me hebû, me digot, ew ê qels derbas bibe. Lê xweş derbas bû û girse hebû. Konsera me ya yekemîn baş û bi coş derbas bû. Ev dide nîşandan ku gelê Farqînê bernameyên wisa dixwazin. Tevî ku baran jî bariya kes neçûn malên xwe jî. Dema ku em li ser medya dîjîtal jî dişopînin gel di şîroveyan dibêje; ‘Em bernameyên bi vî rengî dixwazin.’ Sala borî me bernameyeke wisa amade kiribû, lê tiştekî ne di destê me de bû ew bername hate betalkirin. Lê bila gelê Farqînê li benda serê Gulanê be, em ê wê demê jî festîval li dar bixin.”














