Li Stenbolê ji duh şeveqê ve baran bênavber dibare. Duh yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî li Kagithaneyê cenazeyê kesekî hate dîtin. Bi vî awayî hejmara qurbaniyan bû 3 kes.
Ji duh ve li Stenbolê bênavber baran dibare. Ji ber baranê li gelek navçeyên Stenbolê lehî rabû. Ji ber kêmasiyên binesaziyê sererd û binerdê hema bêje tevahiya bajêr di bin avê de ma. Duh yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî li navçeya Kagithaneyê cenazeyê kesekî hate dîtin, bi vî awaî hejmara kesên di lehiyê de mirin e bû 3 kes.













