• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokkomarî xwest, Xê hesaba MAyê asteng kir

    Serokkomarî xwest, Xê hesaba MAyê asteng kir

    DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

    DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

    Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

    Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

    Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

    Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

    ‘Li pey xwestekên xwe çû û em pê serbilind in’

    ‘Li pey xwestekên xwe çû û em pê serbilind in’

    Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serokkomarî xwest, Xê hesaba MAyê asteng kir

    Serokkomarî xwest, Xê hesaba MAyê asteng kir

    DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

    DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

    Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

    Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

    Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

    Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

    ‘Li pey xwestekên xwe çû û em pê serbilind in’

    ‘Li pey xwestekên xwe çû û em pê serbilind in’

    Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bihabûn nahêle Xelkê Wanê amadekariyên zivistanê bike

Sema Gezîcî / AW

14 COTMEH 2026 - 09:03
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Wan – Jinên ku her sal berî zivistanê ji bo amadekariyên xwarin û vexwarinê diketin liv û tevgerê, îsal ji ber krîza aborî û bihabûnê nehatin li ba hev. Jinan destnîşan kir ku ji ber bihabûnê ew nekarîne amadehiyên zivistanê li gor dilê xwe bikin.

Li Wanê beriya zivistanê salên borî li hewş û kûçeyan, bêhna agir û konserve, tirşî, salçe û firingiyên hişkkirî dirûrî. Lê belê îsal krîza aborî ya kûr û zêdebûna bihayê xurekan ev kevneşopî kir xemgîniyek. Li her maleke qiymeta dahata her ku diçe dihele. Ji ber ku kîloya firingî, bîber û berheman gelekî biha bûne, welatî nikarin amadekariyên xwe bikin. Di van rojên dawî de daxuyaniyên daketina rêjeya enflasyonê jî li ser bihabûnê û bihayê xurekan tu erzanî çênekir. Tevî ku enflasyona salane ya giştî ya TUFEyê ber bi bendên ji sedî 29,73 – 30,89an ve hatibê daxistin jî, zemên ku li ser bihayên xurekan tên kirin, hêza kirînê ya welatiyan gelek daxistiye.

Jinên Wanî yên ku her sal amadehiyên xwe li gorî pêdiviyên xwe dikirin û îsal nekirîn vê yekê pêk bînin, ji bo ajansa me re axivîn.

‘Bihayê xurekan gihîştiye asta bilind’

Behîce Abî bal kişand ser rewşa giran a aboriyê û da zanîn ku wan îsal ji bo zivistanê tiştek amade nekiriye. Behîce Abî diyar kir ku salên berê wan şûşe û tirşî çêdikirin, zerzewat hişk dikirin, lê îsal bihayê xwarin û berhaman gelekî zêde bûye û wiha got: “Baharê bihayê bacanreş, bacan sor û bîberan pir bilind bû. Min îsal destê xwe nedayê û tiştekî zivistanê nekirî. Niha tenê dema mêvanek tê, em diçin dikanê û kîloyekê tînin. Berê erzanî hebû, me tirşiyên xwe çêdikirin û amadekariyên zivistanê dikir.”

‘Kîloya penîr bûye 700 lîre’

Behîce Abî diyar kir krîz aborî bandorê li malbatên mezin dike û vê gavê kîloya penîr bûye 700 lîre. Behîce Abî da zanîn ku xelk mexdûr e û nikare tiştekî bikire û wiha pê de çû: “Mal hene 10-12 kes tê de dijîn. Malbateke wiha nikare du kîlo penîr ji bo zivistanê bikire û bixe bin erdê. Salên borî xelkî 100-200 kîlo penîr dikirî. Îsal ez diçim malbatan, ez dibînim ku milet ji ber krîza aborî nikare tiştekî bike. Zivistana Wanê 6 meh e; berê em zêde nediçûn marketan, me kîlerên xwe tijî dikirin, lê niha milet bêderfet e.”

‘Ev zam û krîz bi xwe şerek e li dijî milet’

Di berdewamiya axaftina xw de Behîce Abî bal kişandin ser bihabûna nan û goşt û anî ziman ku bihayê nan jî bûye 15 lîre. Behîce Abî destnîşan kir ku maleke 4 kesî rojê herî kêm 10 nanan dikirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Tenê mûçeyek heye, hin kes diçin înşatê dixebitin û di nav zorî û zehmetiyê de ne. Bihayê kîloya goşt jî gihîştiye hezar lîreyan. Dema mêvanek tê malê, em neçar dimînin mirîşkê tînin, lê em ji dayîna mirîşkê ya li ber mêvanên xwe şerm dikin. Ev zam û krîz bi xwe jî şerek e li dijî milet û mexdur dike.”

Banga piştgirî û atolyeyan ji bo jinan kir

Herî dawî Behîce Abî anî ziman ku derfetên kar ji bo jinan tune ne û bal kişand ser girîngiya piştgiriya komînal. Behîce Abî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jin xebatkar nînin, ji bo me jinan tu atolye an kurs nehatine vekirin. Heke jin mehê hinek dahatê bi dest bixe, dê mesrefa û heqê gaz û avê kêm bibe. Malbatên Kurdistanê bi mêvanperweriya xwe têne nasîn. Ez dixwazim kîlera xwe tijî bikim, em bi cîran û hevalên xwe re bi komînalî alîkariyê bikin û destê hevdu bigirin. Em dixwazin berî her tiştî azadî û aştî pêk bê. Heke aştî bê, ev krîza aborî jî dê ji holê rabe. Ew pereyên ku didin tank, top û tifengan û li dijî ciwanên me bi kar tînin, hemû ji vê miletî tê sitendin. Axa Kurdistanê dewlemend e, lê dîsa jî em ji bo her tiştî bacê didin.”

‘Rewşa kirêciyan û malbatên bêkar hêj xerabtir e’

Zeynep Oklû da zanîn ku malbata wan ji heft kesan pêk tû û di malê de jî tenê hevjînê wê ku karê înşaatê dike, dixebite. Zeynep Oklû anî ziman ku salên berê aborî hinekî çêtir bû, jiyanê hêsantir bû û wiha got: “Lê îsal gelekî zor bûye. Li gorî salên borî me her sal 50 kîlo tirşî çêdikir, lê îsal me tenê 10 kîlo çêkir.”

‘Derfet nîn in ku jin bixebitin’

Zeynep Oklû bal kişand ser girîngiya xebata jinan a ji bo aboriya malbatê û got: “Derfet hebûna ku jin bixebitîbana, pereyê xwe qezenc bikirina û destê xwe li ber hevjînên xwe venekiribana, ew ê gelekî çêtir bûya. Lê mixabin derfetên me tune ne, di nava taxê de û li vî bajarî derfetên ku jin bi xwe bixebitin û debara xwe bikin gelekî kêm in.”

‘Kurekî min dixebite, ê din bêkar e’

Saîme Oklû jî zehmetiya jiyana malbata xwe wiha anî ziman: “Ciwanên vî zemanî kar nabînin. Berê di malekê de kesek jî bixebitiya, mirov dikaribû debara xwe bike. Lê niha di malê de pir kes jî bixebitin dîsa zor e. Vê gavê kurekî min dixebite, ê din bêkar e û em gelek zehmetiyê dibînin. Heke cihekî xebatê an dezgehek hebûya, ciwanan dê bixebitîban.”

Bi derfetên kêm amadekariyên xwe kirin

Saîme Oklû destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyan, ew bi derfetên bi sînor, amadekariyên zivistanê kirine û got: “Me ji bo zivistanê penîr, tirşiya xiyaran û îsotan çêkir. Her wiha me qeysî û xox hişk kirin. Ji bo ku em zivistanê pê derbas bikin, me tiştên wiha li gorî hêza xwe amade kirin.”

Etîket: AmadekariBehîce AbîKedkonserveSaîme OklûTirşîZeynep OklûZivistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Farqînê hevdîtina keda jinan dest pê kir

Li Farqînê hevdîtina keda jinan dest pê kir

13 COTMEH 2026
Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

9 COTMEH 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

9 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mihrîcanên ku Wezareta Çandê li dar dixe xebatên bişaftina civakê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne