Karkerên ku di înşeata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitîn û ji kar hatin derxistin, li ber înşeata nexweşxaneyê çalakiya xwe di roja 14emîn de domandin.
Li Kolana Dorşîn a Taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve Nexweşxaneya Bajêr a Amedê tê çêkirin û demek dirêj e karkerên di înşeata nexweşxaneyê de dixebitin ji ber dereng mûçeyên xwe digirin bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Karkerên ku girêdayî Fîrmaya Hermet dixebitin ji ber mûçeyên wan dereng tên razandin dest bi çalakiya grevê kiribûn.
Li aliyê din 75 karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Rê û Avahiyê (YAPI YOL-ÎŞ) ku li nexweşxaneyê dixebitîn ji kar hatibûn derxistin. Karker, di roja 14emîn de çalakiya xwe li ber înşeata nexweşxanê berdewam kirin. Piştî çalakiya karkeran, Gurbag Group neçar maye ku maseya hevhatinê ava bike, hewl dide ji xalên ku li ser hatibûn pejirandin paşve gav biavêje û wan lawaz bike. Karkerên ku li dijî binpêkirina mafên xwe li ber xwe didin, di roja 14emîn de li ber şantiyeyê hatin cem hev û daxwazên xwe ji rayedarên fîrmayê re ragihandin.













