Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê li Stenbolê bi coş hate vekirin û ev peyam hate dayîn: “Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê, Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arîn hate vekirin. Gelek ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî li komaleyê kom bûn, govend gerandin vekirina komaleyê pîroz kirin. Dê Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arîn, li ser mijarên çand û hûnerê dersan bide.
Piştî gerandina govendê daxuyanî hate dayîn. Endamê komaleyê Mehmet Yîgît daxuyaniyê xwend.
‘Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin’
Mehmet Yîgît diyar kir ku saziyên perwerdehiyê yên ku divê di warên çandî, zanistî û civakî de bên vekirin pêşketina kalîteyê ya civakê geş bikin û wiha got: “Li şûna wê hewl didin ku girseyeke bindest, sernerm û pasîf biafirînin. Wekî xwendekaran, em vê ferzkirinê red dikin û îro li vir kom bûne da ku alternatîfekê li pêş bixin. Zanîngeh, ku divê bi rêya mîrateya xwe ya dîrokî rola xwe ya civakî bi cih bînin, îro hewl tê dayîn ku bi talîmatên fermî xwendekaran bixin kontrolê û zext li wan bikin. Me bi hev re dest bi vê rêwîtiya dijwar kir û em ê bi hev re jî berdewam bikin. Li Arînê, dê dersên muzîkê yên li ser amûrên wekî tembûr, gîtar û piyanoyê, her wiha dê kursên zimanê Kurdî û Îngilîzî werin hebin. Dê atolyeyên perwerdehiyê yên li ser jîneolojî, felsefeyê, dîrokê û werzîşê werin lidarxistin. Bi hevkariya komînalîteyê xwendekar dê bi xebata kolektîf û projeyên mezin ava bikin. Komînên me dikarin bi salan bidomin. Wê hemû xwendekar karibin bi awayekî resen û azad beşdarî hemû çalakiyên me bibin. Îro, em bi hev re di vê rêwîtiya hezar gavî de gaveke nû diavêjin. Ev dê bibe cihê ku tê de hewldanên me dibin hêvî û hêviyên me dibin siberoj. Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.





















