* Bi ser destpêkirina Komploya Navnetewiyê re 28 sal derbas bû. Hêzên navneteweyî bi komployê xwestin meşa azadiyê ya gelê Kurd ku di sala 1973yan de li Bendava Çubuk a Enqereyê bi 6 kesan dest pê kiribû, ji holê rake. Lê gelê Kurd li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû xelek û bi pêşengtiya Xalit Oral çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kir û bi sedan kes tev li çalakiyê bûn û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan.
* Komploya 9ê Cotmehê ku bi tifaqa gelek welatan pêk hat, armanc dikir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd dîl bigire. Lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vê xefikê, di nav mercên giran ên Îmraliyê de felsefeya berxwedanê veguhest qada lêgerîna heqîqetê û rêya lihevkirina demokratîk û aştiyê nîşan da.
* Hiqûqnas Mahmût Şakar ku yek ji wan parêzerên ewil ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, diyar kir ku bi komployê hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin û wiha got: “Ew bêhiqûqî piştre jî li Girava Îmraliyê berdewam kir.”
* Parêzer Mûharrem Erbey derbarê destpêkirina salvegera 28emîn a Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên komployê jî lê belê gelê Kurd ev komplo pûç kir û ev ji bo gelê Kurd serkeftineke û got ku li Rojhilata Navîn bêyî gelê Kurd gavavêtinek ne pêkan e.
* Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan û Hevserokê MED-TUHAD FEDê Kerem Canpolat, komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin û banga tevlibûna meşa 9ê Cotmehê ya ku dê li Amedê bê lidarxistin kirin.
* Hevserokê Rêxistina DBPa Sêrtê Emîn Dayan û Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûlbakî Taşçi destnîşan kirin ku tevî pêvajoya heyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêvajo bi pêş bikeve gavên şênber nayên avêtin û gotin: “Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û siyaseta xwe bi şertên azad bike. Serkeftina pêvajoyê xilasiya civaka Kurd û Tirk û ya Rojhilata Navîn e.”
* Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ku bi nasnameya xwe ya dîrokî, çandî, xwezayî û aborî tê naskirin, bi taybetî jî cih û warê titûn û tirî ye. Titûn û tiriyê Şemzînanê hem di çandiniya herêmê de cihek bêhempa digire û hem jî di rûpelên dîrokê de xwedî cîhekî bi nirx e.
* DÎSK Basin-Îş dê ji bo berdana rêvebera xwe rojnameger Derya Okatan li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bide. (12:00)
* Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê merasîma 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê li dar bixe. (19:00)










