Egîtîm Sen li dijî êrişa li Dibistana Şeyh Şamîl a Îmam Hatîpê ya li navçeya Başakşehîra Stenbolê hatiye kirin li pêşiya dibistanê daxuyanî da. Cîgirê Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak destnîşan kir ku bi cihkirina polîsan a li pêşiya dibistanan, bûyerên tundiyê nayên sekinandin û got: “Tundiya di dibistanan de ji tundiya civakê dûr nîn e.”
Duh li Dibistana Şeyh Şamîl a Îmam Hatîpê ya li navçeya Başakşehîra Stenbolê xwendekarek ku li dibistanek cuda perwerdehiyê didît, bi alava tûj êrişî xwendekaran kir û di êrişê de xwendekarek jiyana xwe ji dest da. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîstê û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Stenbolê li dijî êrişê, li pêşiya dibistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tundiya di dibistanê de na! Yûsûf Tekîn îstîfa” hate vekirin.
‘Di dibistanan de tedbîrên pêşgir bigirin’
Cîgirê Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak li pêşiya dibistanê axivî. Irmak diyar kir ku tundî girêdayî pirsgirêkên civakê ne û got: “Tundî her ku diçe di nava civakê de belav dibe. Ev tundî bandorê li dibistanê jî dike. Ji bo tundî nekeve nava dibistanan, di sala borî meha Tirmeha de me deklarasyona ‘Dibistanên bê tundî’ eşkere kir. Dibistan û xwendekar ji pêla tundiyê ku di nava civakê de belav dibe, ne cuda ye. Tundî bi serê xwe û rojane dernekeve holê. Dibistan di 14ê Îlonê de dest bi xwendina serdema nû kirin. Ji 14ê Îlonê ve ev bûyera 2yemîn e. Di nava zarokan de bêwekheviyê ji holê rakin. Îro bi hezaran zarok di nava xizaniyê de dijîn. Di dibistanan de tedbîrên bergir bigirin.”
‘Bi van tedbîrên qels êriş nayên sekinandin’
Kemal Irmak anî ziman ku bi polîsan ev bûyer nayê sekinandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di deriyê dibistanan de polîsek tên bicihkirin. Bi van tedbîrên qels ev êriş nayên sekinandin. Li Wan, Osmaniye, Îzmîr û Stenbolê êriş pêk hatin. Pergala ezmûnan biguherînin. Pergala ku bi ezmûnan dixe pêş zarokan nehêja dike. Civak û malbat jî van tiştan dike. Me digot bila Yûsûf Tekîn îstîfa bike. Lê êdî em wê jî nabêjin ji ber ku di çavê me de êdî Yûsûf Tekîn li ber çavê me bêyî nirx e. Jixwe di dilê wî de nirxên ehlaqî hebûna heta niha îstîfa kiribû.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.













