Stenbol – Rojnameger Ercument Akdenîz derbarê sansura malper û hesabên medya dîjîtal ên çapemeniyê û rojnamegeran de diyar kir ku gotina “Belavkirina agahiyên şaş ku civakê dixapîne” li ser serê rojnamegeran wekî şûrê demoklesê disekine û wiha got: “Ji bo derbaskirina qedexe û sansura çapemeniyê û hesabên dîjîtal, saziyên çapemeniyê dikarin konferansek li dar bixin. DEM Partî, Yenî Partî, Koma Yeni Yol, gelek partî û derdorên çep û sosyalîst dikarin bi hev re mitîngek mezin bi sernavê ‘Ji sansûr û tarîkirina mezin re na’ organîze bikin.”
Ev demeke dirêje li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser malperên ajans, rojname û hesabên medyaya dîjîtal pêla astengî, girtin û sansurek dijwar didome. Li ser platformên X, Instagram, Facebook û YouTubeyê rojê bi sedan parvekirin tên rakirin û hesabên saziyên çapemeniyê û rojnamegeran bi taybet tên girtin. Di hefteyên dawî de hesabên medya dîjîtal ên dezgehên çapemeniyê û rojnamegeran bênavber tên astengkirin û girtin. Di hedefa pêşî ya astengî û girtina hesaban de jî Çapemeniya Azad a Kurdî heye. Salên dirêj in li ser sazî û dezgehên Çapemeniya Azad a Kurdî êriş, zext, astengî, qedexe û hemû pêkitû berdewam dikin. Di rojên dawî de jî hesabên medya û rojnamegerên muxalîf ên li Tirkiyeyê jî bûne hedefa astengî û girtinan.
Pêdivî bi xetek têkoşîna hevpar heye
Ev pêla astengî, sansur û girtinan bi têkoşîn û berxwedanek hevpar dikare bê rawestandin. Eger hemû sazî, komele û sendîkayên rojnamegeriyê helwestek hevbeş saz bikin wê dikaribin bi van astengî û girtinan bi paş de gavê bidin avêtin. Niha yek ji tişta herî lezgîn û pêwist ew e ku fikrek hevpar ê xeta têkoşîna ya li dijî vê pêlê were avakirin û dest bi çalakiyan bike.
Rojnamegerê xwedî bi ezmûn Ercument Akdenîz derbarê vê pêla dijwar a sansur û astengkirina hesabên dezgehên medyayê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Astengî gihîştiye asteke bilind’
Ercument Akdenîz bi bîr xist ku ew di serdema ragihandinê ya modern û medyaya dîjîtal de dijîn û wiha got: “Îro li her welatê û her mirov dikare bi telefona xwe nûçeyan tomar bike û parve bike. Ev pêşketin gelek girîng e. Ev yek jî dewlemend, desthilata talankar û talankeran aciz dike. Rûyê zordar û qedexeyî yê desthilatê li vir jî xwe nîşan dide. Ev pirsgirêkeke gerdûnî ye û îro li Tirkiyeyê ev pirsgirêk gihîştiye asteke bilind. Tekelên dîjîtal ên gerdûnî jî piştgiriyê didin pratîkên rejîmên otorîterbûyî.”
‘Heke rojnameger bêbêhn bimîne gelo aştî wê çawa pêk were’
Ercument Akdenîz destnîşan kir ku îro desthilat her tiştek ku ne wek wê ye û ne mîna wan e weke “sûc” dibîne û pênase dike û wiha axivî: “Lê divê rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê biryar bidin ka tiştên tê gotin sûc e an ne sûc e û. Lê îro li Tirkiyeyê rewş ne wisa ye. Gotina ‘Belavkirina agahiyên şaş ku civakê dixapîne’ li ser serê rojnamegeran wekî şûrê demoklesê tê bikaranîn. Astengiyên ku tên ser hesabên medyaya dîjîtal jî li ser heman rewşê pêk tên. Bi taybetî rojnameger, aborînas, akademîsyenên xwedî wîjdan û malperên nûçeyan ên ku dijberî vê desthilatê ne, xwedî seknek xurt in. Çapemeniya Kurd, hesabên Ajansa Welat, Azadiya Welat, Yenî Yaşam, Ajansa Mezopotamya, JinNews û Nûmedya jî ji qedexe û sansûrê para xwe digirin. Ev rewş li pêşiya civakîbûna pêvajoya aştiyê asteng dike. Heke rojnamegeriya aştiyê bêbêhn bimîne dê aştiyê çawa di nava civakê de belav bibe?”
‘Divê konferansek were lidarxistin’
Ercument Akdenîz anî ziman ku divê ev yek bi taybetî neyê jibîrkirin; rastî biînad e û serê xwe natewîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojnamegeriya heqîqetê di demên herî tarî de jî dikaribû rêyekê ji bo xwe veke. Îro jî dê rêyekî ji xwe re veke. Heta niha rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rojnamevanan li korîdorên dadgehan gel hevdu bûn û mil didina milê hev têdikoşiyan. Ji bo derbaskirina qedexe û sansura dîjîtal jî saziyên çapemeniyê dikarin konferansek li welat li dar bixin. Di vê konferansê de tecrube û ezmûnên cîhanê bên nîqaşkirin û li van bê guhdarîkirin. Ez di wê baweriyê de me ku pêdivî bi konferansekê heye. Her wiha, DEM Partî, Yenî Partî, Koma Yenî Yolê, partiyên din û derdorên çep û sosyalîst dikarin bi hev re mitîngek mezin bi sernavê, ‘Ji sansur û tarîkirina mezin re na’ organîze bikin. Lê heta niha ev pêk nehatiye, ez ji vê fam nakim, çima pêk nayê. Ji ber ku dengê tê qutkirin û dîmenê ku tê tarîkirin, di heman demê de deng û dîmenê wan e jî. Heman tişt dikare ji bo sendîka û saziyên sivîl jî bê gotin.”













