• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Amed / AW

6 COTMEH 2026 - 15:25
Kategorî: ROJANE
A A
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Şaredariya Bismîlê da. Hevşaredarê Amedê Emîn Ay diyar kir ku ew vê bûyerê qebûl nakin û xwest hemû tedbîrên pêwîst bên girtin.

Di 1ê Cotmehê de li dijî Şaredariya Bismilê êrişek çekdarî hatibû lidarxistin. Şaredariya Bismilê û Şaredarya Bajarê Mezin a Amedê û DEM Partiyê li dijî êrişê li pêşiya avahiya Şaredariya Bismilê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî êrişê da.

Hevşaredar Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, Hevserokên DEM Partiya Amedê Fatîme Uzul Levent û Yûnûs Mûratakan, Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan, Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, Hevşaredarên navçeyên Amedê, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew bi xemgîniyeke kûr bûyerê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku ji aliyê çanda partî û şaredariyê ve ti helwesteke ku potansiyela tundiyê dihewîne nayê qebûlkirin. Sevîlay Çelenk anî ziman ku ew ê rê nedin van êrişan û got: “Divê hemû tedbîrên pêwîst bên girtin, hemû axaftin bên kirin û em ê careke din ji ber sedemeke wiha neyên cem hev.”

‘Êriş rasterast li dijî vîna gelê Bismilê’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay jî êriş şermezar kir û diyar kir ku bûyer nayê qebûlkirin ku wekî rewşeke asayî an jî ferdî were pênasekirin. Emîn Ay bal kişand ser wê yekê ku êriş rasterast li dijî vîna gelê Bismilê û siyaseta demokratîk e û wiha got: “Me tu carî ev yek qebûl nekiriye û em ê tu carî jî qebûl nekin. Em rê nadin van helwestên wiha. Em rê nadin êrişên wiha li hember hevalê xwe, vîna gelê xwe û rêveberiya gelê xwe. Bila her kes pir baş bizanibe, ev êriş li hemberî siyaseta demokratîk e. Em vê bûyerê wekî bûyereke ji rêzê, wekî bûyereke ferdî nabînin. Bersiva me wê bi xebat û siyaseta demokratîk be. Li hember vê zordariyê bersiva me dê parastina aştiyê be.”

‘Ev mesele nayê qebûlkirin’ 

Emîn Ay bi bîr xist ku rêveberiyên xwecihî bingeha demokrasiyê ne û diyar kir ku li cihê ku demokrasî lê tune be aştî pêk nayê, li cihê ku aştî jî lê tune be azadî tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Cihê ku azadî lê nebe li wir jiyana birûmet tune ye. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bûyereke bi vî rengî qet nayê qebûlkirin. Gelê Bismilê dê bersiva herî mezin bide wan. Hêza me gelê me ye. Ji hêza gel mezintir tu hêz tune ye. Bila her kes bizanibe ku gelê me dê xwedî li siyaseta xwe, li têkoşîna xwe û li vîna xwe derkeve; û rê nede ku tu kes dest dirêjî vîna wî bike.”

‘Di warê hiqûqê de çi pêwîst be divê were bicihanîn’

Hevşaredar Emîn Ay bang li desthilatê kir û got: “Ger rê li ber vê bûyerê neyê girtin, dê rê li ber bûyerên din ên bi vî rengî bên vekirin” û tekez kir ku divê ev mesele neyê girtin ku wekî meseleyeke ferdî ye. Emîn Ay diyar kir ku divê di warê hiqûqê de çi pêwîst be bê bicihanîn.

Piştî axaftinan, Hevşaredar Emîn Ay û kesên pê re çûn serdana Hevşaredarên Bismilê Mizgin Ekin û Guven Tanrikulu û peyamên piştgiriyê dan.

Etîket: Şaredariya Bismilê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bismilê Fabrîkaya Nan a Gel hat vekirin

18 HEZÎRAN 2026
Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

18 GULAN 2026
Bi başkirina hêza hunerê astengî tên derbaskirin

Bi başkirina hêza hunerê astengî tên derbaskirin

13 GULAN 2026
AVAMED li Bismilê kapasîteya veguhezina avê zêde dike

AVAMED li Bismilê kapasîteya veguhezina avê zêde dike

3 NÎSAN 2026
Tirî dikin dims û belavî malbatên feqîr dikin

Tirî dikin dims û belavî malbatên feqîr dikin

4 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne