DEM Partiyê di salvegera xwepeşandanên 6-8ê Cotmehê ya ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞê ya li ser Kobanê li bajarên bakurê Kurdistanê destpêkiribû, daxuyaniyeke niviskî da û qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anîn.
DEM Partiyê di salvegera 12yemîna xwepeşandanên 6-8ê Cotmehê ya ji bo Kobanê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de kesên ji bo piştgiriya Kobanê di xwepeşandanan de jiyana xwe ji dest danê bi bîr anî û wiha got: “Tevî 12 sal ji serê derbas bû hê jî daxwaza me ya derxistina holê ya hemû aliyên bûyerê bi cih nehatiye. Berovajî vê yekê li ser heqîqetê girtin û hevserokên me yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de endamên MYKê û siyasetmedar hatin girtin û doza kumpasê ya Kobanê derbarê wan de hat vekirin. Di encama vê dozê de derheqê hevalên me de cezayên bi sed salan hat dayîn. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo aştiya civakî, darizandinên li dijî hiqûqî bê rawestandin, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih bînin û hevalên me berdin. Ji bo heqîqet derkevin holê em ê têkoşîna edalet û azadiyê bidomînin.”













