• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî: Em goristana zimanan bikin baxçeyê zimanan

Enqere / AW

20 SIBAT 2025 - 16:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi minasebeta 21ê Sibatê ev peyam da: “Em ê têkoşîna zimanê dayikê ji bo hemû zimanan bi taybetî jî ji bo zimanê Kurdî berfirehtir bikin. Werin em goristana zimanan bikin baxçeyê zimanan. Werin em aştiya di navbera zimanan de ava bikin da ku aştiya civakî mîsoger bibe.”

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser qedexekariya li ser xebat û çalakiyên Kurdî.

Daxuyaniya bi sernavê “Aştiya Civakî bi Aştiya Zimanan Pêkan e” ku hat belavkirin, bi vî rengî ye:

“Bêguman ziman hilgirê herî giring ê mîrateya mirovahiyê ya dîrokî û çandî ye. Civakan bi demê re li gorî zimanên ku diaxivin nasnameya xwe standine. Ziman bûne dinamikên herî girîng ên nasnameya kolektîf. Her gelê ku ji zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hiştin, bi “tengezariya nasnameyî” re rû bi rû maye.

Bêguman di sedsala dawî de yek ji binyatên hegemonîk hişmendiya netewe-dewlet bû ku nasnameya serdest bi baldarî wekî amûreke zextê hatîbû damezrandin û navendparêziya hişk bingeh girtibû. Komkujiyên etnîkî û olî, zext û zor, sirgûn, kuştinên kiryar nediyar, rastiyên bingehîn ên vê netewe-dewletê ne ku bûne sedema şideta sîstematîk.

Di dîroka şiddeta pergalî ya sedsala 20em de, Kurd û zimanê Kurdî bûne armanca bingehîn a vê şîdetê. Bi rêya endezyariya civakî, ziman, çand û folklora Kurdî hatine qedexekirin û hate xwestin ku di nav Tirkbûnê de bê helandin. Ji bo van armancan bi hewildana karekî pûç a wek “pêxistina firnê di bin behre de” ji aliyê serdestên dewleta neteweperest sedsalek hat windakirin. Ji bilî zimanê Kurdî, zimanên gelên din jî para xwe ji van polîtîkayan sitandiye.

Li gorî UNESCOyê, ji zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin 18 ziman li bin xetereya windabûnê de ne, 3 ziman jî bi zanebûn hatine tunekirin. UNESCOyê 21ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ pejirand û bi vê mebestê bal dikişîne ser zimanên li bin xetereyê de ne û bi bîr dixe ku parastin û bikaranîna van zimanan berpirsyariya hevpar a mirovahiyê ye. Îro li welatê me li ber çavên dîrokê Ubihkî, Mlahso û Yewnanî ya Kapadokî winda bûne. Pêşeroja zimanên wekî Osetkî, Çerkezkî, Romankî, Ermenkî ya Rojavayî, Hemşînkî, Lazkî, Yewnanî ya Pontusî, Abazakî, Suret bi fikar e. Metirsiya kevtina di goristana netewe-dewletê de ya zaraveya Kurdî Zazakî (Kirmanckî) roj bi roj zêde dibe.

Wekî ku mimarê paradigmaya neteweya demokratik, ku ji bo Rojhilata Navîn dê bibe ava jiyanê, Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje, ‘mirovê bêziman, mirovê mirî ye’. Ji bo hûnandina jiyanê, yekane rêya rizgarkirina gelên ku zimanê wan di bin xetereyê de ye ji sêdareya netewe-dewletan, bi lezgînî pêkanîna paradîgmaya pirnasnameyî û pirzimanî ye.

Em careke din diqîrin ku pirçandî û pirzimaniya me temînata aştiya civakî û jiyana hevpar e. Hebûna aşitiyê ne bi yekperestiyê ve bi pirdengiya li ser bingeha wekheviyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin, ‘Aştiya Civakî bi Aştiya Zimanan Pêkan e’.

Ji bo avakirina aştiya civakî; divê astengiyên qanûnî yên li pêşiya mafê hemû gelên li welêt ku bi zimanê xwe perwerdeyê werbigirin bên rakirin û li gorî prensîba azadiya ziman an jî li gorî prensîbên herêmparêziyê şert û mercên ji bo pêşkêşkirina xizmetên gelemperî yên bi van zimanan bên qebûlkirin û bi awayekî makezagonî ev maf bên garantîkirin.

Em soza xwe dubare dikin; ji bo ku 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ku di pêvajoyek wiha de em pêşwazî dikin, bibe roja hevgirtin û têkoşînê em ê têkoşîna zimanê dayikê ji bo hemû zimanan bi taybetî jî ji bo zimanê Kurdî berfirehtir bikin.

Werin em goristana zimanan bikin baxçeyê zimanan. Werin em aştiya di navbera zimanan de ava bikin da ku aştiya civakî mîsoger bibe.

Bijî mafê me yê zimanê dayikê!

Bijî Têkoşîna Neteweya Demokratîk a Pirzimanî û Pirçandî!”

 

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya CîhanêÇand û Hunerê ya DEM PartiyêDEM PartîKomîsyona ZimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne