• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Wan / AW

5 COTMEH 2026 - 14:23
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Hevşaredarên Tuşbayê û Hevserokên Navçeyê yê DEM Partiyê, li şeş gundan li gel welatiyan hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de li gel daxwazên rê û kevirên parke yên kilîtkirî, pira çem, qanalên avdaniyê û pêdiviyên piştî erdhejê hatin rojevê.

Şaredariya Tuşbayê û Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê ya Tuşbayê serdana gundên Qozluca, Kendalova, Nebat, Derebelek, Qereagaç û Baxdeşan kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Tuşbayê Refîk Çîdal, Hevşaredar Xane Akkoş û endamên meclisê li Derebelek, Qereagaç û Bexdaşan; Hevseroka Navçeyê ya DEM Partiyê Hacer Orhan, Hevşaredar Ûmît Keser û endamên meclisa şaredariyê jî li Qozluce, Kendalova û Nebatê ligel niştecihên gundan hevdîtin pêk anîn.

Heyetan daxwaz, pêşniyar û rexneyên keyayan û welatiyan guhdar kirin û xebatên heyî li gel plansaziya xizmetê ya serdema pêş jî nirxandin.

Pêdiviyên piştî erdhejê û qanalên avdaniyê

Di serdanên Derebelek, Qereagaç û Baxdeşan de welatiyan xwestin ku pirsgirêkên kolan û rêyan bên çareserkirin, xebatên kevirên parkê yên kilîtkirî û xebatên binesazî bên xelaskirin. Niştecihên ku mal û govên wan di erdhejê de zerar dîtine, zerarên xwe vegotin. Welatiyên ku bi çandinî û sewaldariyê debara xwe dikin jî ji bo pirsgirêkên ku ji ber xirabûna qanalên avdaniyê û herikîna axê çêbûne çareserî xwestin.

‘Tayînkirina qeyim bandor li ser xizmetan dike’

Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanê Akkoş diyar kir ku Tuşba xwedî erdnîgariyeke fireh û pêdiviyên alavên binesaziyê ên cidî ye û bal kişand ser budçe û derfeta sînorkirî ya şaredariyê. Akkoş anî ziman ku îsal li seranserî navçeyê karîbûne 60 hezar mêtroçargoşe xebata kevirên parkê pêk bînin û got ku ji bo belavkirina adil a xizmetan pêşîniyê didin taxên ku berê têra xwe xizmet nestendine.

Xanê Akkoş got ku sînorkirina derfeta Şaredariya Bajarê Mezin a ku qeyim lê hatiye danîn û betalkirina hin projeyan xizmetan bandor kiriye û anî ziman ku ji bo xebatên kêm mayî dê ligel niştecîhên taxê plansaziyê bikin.

Li Qozlucayê daxwaza pira çem û rêya girêdanê

Di hevdîtinên Qozluca, Kendalova û Nebatê de jî xwestin ku rêyên nav taxan bên başkirin, kevirên parkê yên kilîtkirî bên danîn, vîraj bên firehkirin û li xalên pêwîst bên stabilîzekirin. Asfaltkirina qadên ku li derdora mizgeftê xetereya ewlehiyê çêdikin jî di nav daxwazan de bû.

Li Kozluca’yê welatiyan xwestin ku rêyên nav taxê û yên girêdanê bên başkirin û rêya nêzî 250 heta 400 mêtro ya di navbera du taxan de were başkirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku di mehên zivistanê de bi bilindbûna ava çem derbasbûn dijwar dibe û xwestin ku li vê xalê boriyeke koruge were danîn. Pêdiviya maşîneya kar jî ji heyetê re hate vegotin.

‘Em bi gel re biryar digirin’

Hevşaredar Ûmît Keser bal kişand ser girîngiya serdanên gundan û teqez kir ku têgihiştina wan a şaredariyê ne biryardana li ser maseyê, lê di nav gel de, li qadê û bi hevparî hilberandina xizmetê ye. Umît Keser got: “Me armanc kir ku berî ku demsala zivistanê bikeve, gund û taxên xwe ziyaret bikin û digel welatiyên xwe nêrînan biguherînin. Ji roja destpêkirina kar ve em hewl didin ku ji nav çar dîwarên avahiya şqredariyê derkevin û li taxên xwe digel gelê xwe hevdîtin bikin. Dîtina kêmasiyên xwe di cih de, guhdarîkirina rasterast a rexne û hêviyan ji bo me pir biqîmet e. Ji ber ku pêdiviyên taxan herî baş welatiyên ku li wê taxê dijîn dizanin. Em dixwazin çareseriyê jî digel gelê xwe hilberînin.”

‘Rexne dê çareseriyê hêsantir bikin’

Umît Keser li ser barê deyn û sînorkirinên budçeyê yên şaredariyê jî axivî û got ku dixwazin kêmasiyan digel welatiyan bi awayekî eşkere bipeyivin û xizmetan bi hev re plansaz bikin. Umît Keser diyar kir ku ji ber vê yekê serdanên taxan girîng dibînin û got ku dîtina pêdiviyan di cih de û guhdarîkirina rasterast a rexneyan hilberandina çareseriyê hêsantir dike.

Etîket: gundHacer OrhanRefîk ÇîdalŞaredariya TûşbayêserdanÛmît KeserXane Akkoş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

8 ÎLON 2026

‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne