Di hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji nivîskarên kovarê Şiyar Amed bi gotara xwe ya bi sernavê “Bi Ruhê Înşaya Civakî ber bi Pratîka Azadiyê ve” mijara avakirina civakî, ruhê pratîkê û pêngavên şoreşgerî yên serdemê dinirxîne. Amed diyar dike ku têkoşîn tenê bi îdeolojiyê nasikine, divê ev îdeolojî di nav jiyana rojane de bibe avakirina civakeke nû û xwerû.
Nivîskar Şiyar Amed, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de erka avakirina civakî ji bo Kovara Ozgur Halkê nirxand. Amed di gotara xwe de balê dikişîne ser girîngiya tespîtkirina pêdiviyên serdemê û destnîşan dike ku li dijî her cure êrîş û xetereyên li ser civakê, yekane rêya bersivdanê bilindkirina rihê avakirinê û zindîkirina pratîka azadiyê ye.
‘Avakirina civakî bersiva herî mezin e’
Amed di nivîsa xwe de van nirxandinan dike: “Avakirina civakî ne tenê karekî rêxistinî ye; di cewherê xwe de helwesteke jiyanî û bersiva herî mezin e ku li dijî hişmendiya qirkirinê tê dayîn e. Armanca sîstema serdest pûçkirina îradeya civakê û şikandina rihê xweseriyê ye. Lê belê dema ku civak bi aqil û îradeya xwe ya azad rêxistina xwe ava dike, hemû planên desthilatdariyê vala derdikevin.”
‘Ruhê avakirinê divê veguhere pratîka rojane’
Li ser mijarê Amed destnîşan dike ku hişmendiya teorîk heta ku nebe pratîk nikare civakê veguhêze û tîne ziman ku divê di her qada jiyanê de modela modernîteya demokratîk bibe bingeha xebatan. Şiyar Amed wiha didomîne: “Avakirina jiyana nû hewcedarî bi ked, biryardarî û ruhekî bilind ê fedaî heye. Di perwerdeyê de, di aboriyê de, di koperatîfan de û di hemû saziyên civakî de divê ruhê neteweya demokratîk derkeve pêş. Pratîkek ku pişta xwe nede vî ruhî, nikare bibe garantiya siberojeke azad.”
Rola ciwan û civakê di pêngava nû de
Di gotarê de cihê pênasekirina rihê ciwanan û dînamîkên civakî di avakirina jiyanê de bi taybetî tê destnîşankirin. Amed diyar dike ku pêşengiya pratîkî dê civakê ji bandorên mêtinkariyê rizgar bike û wiha dibêje: “Hêza ku dê modela xweser û demokratîk li ser lingan bihêle, îradeya rêxistinkirî ya civakê bixwe ye. Dema ku ciwan û hemû beşên civakê bi rihê avakirinê tevlî xebatan bibin, dê tu hêz nekaribe pêşiya vê pêngava azadiyê bigire.”
‘Rêya serkeftinê kûrbûna di xeta azadiyê de ye’
Şiyar Amed rewşa heyî û erkeyên pêşerojê jî dinirxîne û balê dikişîne ser xetereya nêzîkatiyên rojane. Amed destnîşan dike ku serkeftin bi kûrbûna îdeolojîk û biryardariya pratîkî pêkan e û wiha dibêje: “Ji bo ku em destkeftiyan biparêzin û civakeke azad ava bikin, divê em di sekna xwe ya rêxistinî de qutbûnên kûr çêbikin. Avakirina jiyana demokratîk ne xewnek e, encama têkoşîn û pratîka me ya rojane ye.”
‘Pêşeroj bi rihê avakirina civakî tê afirandin’
Di dawiya gotara xwe de Şiyar Amed banga tevlîbûna xurt û bilindkirina asta xebatan dike. Amed nirxandina xwe bi van hevokan bi dawî dike: “Rihê serdemê ji me daxwaz dike ku em bîr û ramanên azadiyê li her tax, gund û bajarî bikin jiyan. Yekbûna îdeolojî û pratîkê dê paşeroja me misoger bike. Niha dem dema wê ye ku em bi rihê avakirina civakî pêngava azadiyê bigihînin serkeftinê.”













