• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Êdî astengkirin û sansûra dîjîtal bûye pirsgirêkeke sîstematîk’

Omer Demîr / AW

3 COTMEH 2026 - 08:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Serokê Giştî yê Sendikaya DÎSK Basin-Îşê Turgut Dedeoglû û Serokê Giştî yê TGSê Gokhan Dûrmûş derbarê sansura dîjîtal de diyar kirin ku êdî astengkirina malperan, biryarên rakirina nûçeyan û sînorkirina hesabên medyaya dîjîtal bûye pirsgirêkeke sîstematîk ku rasterast bandorê li mafê agahiyê û mafê rojnamegeran ê nûçe dayînê dike û wiha gotin: “Berjewendiyên desthilatdaran bi van maf û azadiyan re li hev nayên, ji ber vê zextên li ser azadiya çapemeniyê zêdetir dike.”

Li Tirkiyeyê her ku diçe zext û zordariya li ser medyaya dîjîtal zêde dibe. Desthilatdara AKPê bi sansûrê dixwaze dengên cuda yên li ser medyaya dîjîtal qut bike û xebatên rojnamegeriyê asteng bike. Ji ber vê yekê, sansûra li ser medyaya dîjîtal di nav xwe de tu cudahiyê nake û rojê sedan hesaban asteng dike û nûçeyan li ser malperan radike.

Di meha Tebaxê de hesabên Xê yên JINNEWSê, MedyaHaber, Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik û Ajansa Etkîn Haberê hatin astengkirin. Hesabê Instagramê yê Nujîn Medyayê jî hat astengkirin. Hesabê YouTube yê JINNEWSê di vê mehê de bi temamî hate girtin. Herî dawî di 25ê Îlonê de jî ajansa me jî di nav de li Tirkiyeyê herî kêm 250 malper û hesab hatin astengkirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya DÎSK Basin-Îşê Turgut Dedeoglu û Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş têkildarî sansura li ser medyaya dîjîtal ji ajansa me re axivîn.

‘Astengî bû sîstematîk’

Turgut Dedeoglu diyar kir ku her roj zext û mekanîzmayên sansûrê li ser medyaya dîjîtal girantir dibin û wiha got: “Astengkirina xwegihandina malperan, biryarên rakirina nûçeyan û sînorkirina hesabên medyaya dîjîtal êdî ne wekî pêkanînên yekane tên dîtin; ev bûne pirsgirêkeke sîstematîk ku rasterast bandorê li mafê agahiyê û mafê rojnamegeran ê nûçe dayînê dike. Polîtîkayên desthilatdaran ên ku armanc dikin rexneyan bêdeng bikin, ne tenê rojnamegeran, hemû civakê eleqedar dike. Ji ber ku rojnamegerî ne kareke ku li gorî destûra desthilatdaran bê kirin. Erkê rojnamegeriyê lêkolînkirin, pirsîn û gihandina rastiyan e ji civakê re. Encama herî girîng a sansûra dîjîtal ew e ku heqîqet xwe ji qada civakê vedikişîne. Astengkirina nûçeyekê tenê nahêle ku ew nûçe were xwendin; di heman demê de nîqaşkirina wê nûçeyê jî asteng dike û bi vî awayî civak ji rastiyê dûr dikeve.”

‘Divê li dijî sansûra kêyfî mekanîzmayên hiqûqî û demokratîk bên xurtkirin’

Turgut Dedeoglu anî ziman ku êdî her rojnameger zextê li ser xwe dibîne û ev tişt anî ziman: “Mirov tenê xwînerê nûçeyan nîn e. Welatî di heman demê de aktorên ku nûçe çêdikin, parve dikin, şahidiyê dikin û beşdarî nîqaşên giştî dibin. Dema sansûra dîjîtal vê qadê teng dike, ne tenê rojnamegeriyê lê qadên beşdarbûna demokratîk a civakê jî teng dike. Têkoşîna li dijî sansûrê tenê ne têkoşîna rojnamegeran e. Ev têkoşîna hevpar a hemû kesên ku dixwazin xwe bigihînin rastiyê ye. Ji ber vê yekê divê li dijî sansura kêyfî mekanîzmayên hiqûqî û demokratîk bên xurtkirin; divê astengiyên li pêşiya rojnamegeriyê bên rakirin. Divê li dijî cezayên li ser rojnamegeriyê û bêdengkirina rojnamegeran bi hevkariya civakî û pîşeyî têkoşîn were meşandin. Sendîka, rêxistinên pîşeyî, saziyên medyayê, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên demokratîk divê di vê mijarê de bi hev re tevbigerin. Ji ber ku îro dema nûçeya rojnamegerekî tê astengkirin û bêdengî tê hilbijartin, rê li ber astengkirina nûçeya rojnamegerekî din vedike.”

‘Heta ku têkoşîna demokrasiyê xurt nebe, sansûr û zextên li ser çapemeniyê dê berdewam bikin’

Gokhan Dûrmûş jî diyar kir ku sepandina sansurê dema ku mudaxele li gihiştina nûçeyê dike zêde dibin û ev nirxandin kir: “Ev ne tenê li welatê me, li tevahî cîhanê jî wisa ye. Ev 24 sal in ku AKP Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Di 24 salan de derket holê ku mekanîzmayên dewletê û AKPê yek bûne. Ji ber vê yekê, azadiya çapemeniyê di vê tabloya yekgirtî de, li gorî serdemên berê, ji bo hemû welatiyan girîngtir e. Ji ber ku azadiya çapemenî û xwegihandinê mafê herî bingehîn e. Ev maf amûra xweîfadekirinê ye. Her ku berjewendiyên desthilatdaran bi van maf û azadiyan re nakokî çêdibe, zextên li ser azadiya çapemeniyê jî zêdetir dibin. Sedema zêdebûna sansûrê ya îro jî ev e. Heta ku têkoşîna demokrasiyê xurt nebe, sansûr û zextên li ser çapemeniyê dê berdewam bikin. Astengkirina gihiştina malperan û sînorkirina hesabên medyaya civakî, ji bilî binpêkirina ewlehiya pîşeyî ya rojnamevanan, wateya destwerdana neqanûnî li mafê gel ji bo agahiyan jî dide.”

Etîket: Gokhan Dûrmûşqedexekirina medyayên dîjîtalsansûrkirina medyayên dîjîtalSendîkaya DÎSK Basin ÎşêSendîkaya Rojnamegeran a TirkiyeyêTGSTurgut Dedeoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Salên 90î dubare dikin: Hem rojnamegeran dikujin hem jî digirin

Salên 90î dubare dikin: Hem rojnamegeran dikujin hem jî digirin

22 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne