Li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê panela bi sernavê “Dengê Azadiyê, Sembola Bratiyê, Aram Tîgran” hat lidarxistin. Axêverên panelê li ser jiyana Aram Tîgran rawestiyan û dan zanîn ku her straneke wî çîrokek û dengê civakê bû û ew di radyoya Erîvanê de bû stûnek xurt a hunerî û belavî Kurdistanê bû.
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 7emîn de berdewam dike. Di pêşengehê bi hevkariya DTSOyê û Ma Musicê panela “Dengê Azadiyê, Sembola Bratiyê, Aram Tîgran” hate lidarxistin. Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kaniwar moderatoriya panelê kir û hunermend Dilovan, Delîl Dîlanar, Neşet Guçmen û nivîskar Kakşar Oremar jî wek axêver li ser jiyana Aram Tîgran axivîn. Kakşar Oremar bi rêya zoomê tev li panelê bû. Axêverên din jî li eywana panelê amade bûn.
Endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li panelê bûn.
‘Her stranek wî çîrokek û dengê civakê bû’
Kakşar Oremar ewilî axivî û diyar kir ku dema ku stranên Aram Tîgran li ser zimanan bin mirov dikare bibêje ew hê jî sax e û wiha got: “Her carê ku ez li ser Aram Tîgran pirtkan derdixînim hevdû temam dike lê xelas nabe behsa wê kirin. Bi dehan stranbêj û hunermendên Kurd bûne qurbaniyên politikaya asimilasyonê. Aram Tîgran ermen bû wî çawa ji bo zimanê Kurdî xebat kir û ew kes çima ketin xizmeta polîtikaya asîmîlasyonê. Her straneke wî çîrokek û tiştên ku civakê jiyayî bûn, ew dengê civakê bû. Ji Aram Tîgran dixwestin ew ji bo zimanê Tirkî xizmetê bike lê wî digot ‘Ez mamosteyê zimanê Kurdî û gelê Kurd im, ez yek peyva Kurdî nadime bi sedan stranên Tirkî ‘sekneke wî ya bi vî rengê hebû. Mamoste Aram nemir e, em bi hurmet wî bi bîr tînin. Heya ku em sax bin em ê qedr û qîmetê hunermend û stranbêjên Kurd bigirin.”
‘Aram Tîgran di navbera mirovan de pirek bû’
Delîl Dîlanar jî anî ziman ku mîsyoneke gelek taybet li cem Aram Tîgran hebû û di navbera mirovan de ew weke pirekê bû û wiha axivî: “Ji biçûk heya mezinan mirov bi dilêkî kêfxweşî wî guhdar dikin. Ez gelekî bi şans im ku bi wan hunermendên hêja re runiştim û min ew nas kirin. Wexta hunermendek dijî mirov jê sudê digire ew ji bo kesan cihê şanaziyê ye. Dema em diçûn rudiniştin mamoste Aram tu carî ji cil û bergên xwe tavîz nedida û her tim li her derê mirovek mutevazî bû û her tim digot ‘Heger hunermendekî pêşberî civakê qedr û qîmetê nede xwe civak jî çi qedr û qîmetê nade wî.’ Ez yek ji wan ciwanan im ku min ew nas kir û ji wî gelek tişt stend. Ez mamoste Aram bi rêzdarî bîr tinim.”
‘Ew stûna hunerî bû’
Hunermend Dilovan jî bi lêv kir ku divê ji bo qedr û qîmeta hunermendên bi vî rengî panelên wiha zêdetir bên kirin û wiha got: “Birayên Aram hemû jî sazbend bûn, bi ku ve biçûna bi hev re bûn. Saya serê Radyoya Erîwanê ew hat nasîn. Aram hildibijart, ez di wê baweriyê de me ku hunermend hilbijêr be ew ê serkeftî be, Aram jî yek ji wan kesan bû û xizmeteke mezin ji bo Kurdî kir. Bavê wî her tim ji wî re digot ‘Kurd nebûna em tune bûn’ ev yek ji bo wan esas bû û ew weke Kurdan dijiyan, hemû tişten wan bi Kurdî bûn. dengê Aram dengekî Kurdewar bû. Bi saya Radyoya Aramê hat nasîn û stûnek hunerî yê radyoya Erîwanê û belavî Kurdistanê bû. Aram bi deng û hezkirina xwe ya ji bo Kurdan, kedeke mezin da çand û hunera Kurdî.”
‘Ew bi deng û cumbuşa xwe stranê xwe digihand gel’
Muzîkjen Neşet Guçmen jî lêkolînên xwe yên li ser jiyana Aram Tîgran anî ziman û wiha axivî: “Mamoste Aram Tîgran di hêla ziman û zimanê musikê de di navbera gelan de pirek ava kir. Zimanê wê pir zelal bû û ji heft heta heftêyan her kes wî guhdar dike, ev yek jî bandorek erênî li ser civakê dike. Ew bi deng û cumbuşa xwe stranên xwe digihand gel.”
Piştî panelê beşdar û mêvanan bi dengê cumbuşê stranên Aram Tîgran strîn û panel bi dawî bû.













