Dûh li kana madenê ya giredayî Şîrketa Madenê ya Îmbatê ya li navçeya Somaya Manîsayê hezaz çêbû. Di hezazê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar bû. Ji ber xemsariyê Midûrê Giştî yê şîrketê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Eynez a navçeya Soma ya Manîsayê di 1ê Cotmehê de li Kana Madenê ya girêdayî Şîrketa Îmbatê ya Madenê hezaz çêbû. Di encama hezazê de 7 karkerên madenê di kanê de asê man. Piştre jî tîmên rizgariyê yên AFADê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Lêgerîna rizgariyê vê sibehê bi dawî bû. Di encama hezazê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa karkerên birîndar ne xedar e.
Piştî bûyerê bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Somayê; 3 serdozgeriyên komarê ji bo lêkolîna bûyerê hatin peywîrdarkirin. Di encama lêpirsînê de derbarê kesên di bûyerê de xemsarî û berpirsyariya wan heye de biryara binçavkirinê hat dayîn. Midûrê Giştî yê şîrketê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.








