Piştî temamkirina xebatên naskirinê û lihevanîna testa DN’Aê, sibe cenazeyên 25 qurbaniyan dê ji malbatên wan re bên radestkirin. Bi vê komê re, hejmara giştî ya cenazeyên ku ji sala 2021an ve hatine vegerandin digihije 321.
Sibe, di 1ê Mijdara 2026an de, wê cenazeyên 25 şehîdên qurbaniyên komkujiya Êzidiyan piştî temamkirina xebatên naskirinê û lihevanîna DNAyê ji Bexdayê wê ji bo Şengalê bên veguhestin.
Bi vê komê re, hejmara giştî ya cenazeyên ku ji sala 2021an ve ji malbatên wan re hatine radestkirin, digihije 321 şehîdan.
Di vê çarçoveyê de, bal tê kişandin ser girîngiya berdewamkirina hewldanên fermî ji bo vekirina gorên komî, lezkirina pêvajoyên testkirin û naskirina cenazeyan, her wiha eşkerekirina çarenûsa hemû kesên winda û revandî.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev 25 cenaze ji van gund û komelgehane, 16 ji gundê koço, 4 ji Herdan, 2 Tilbenat, û 3 li Solax,werdiyê û Komelgeha Borik in.













