• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

    Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

    Pêşengeha Pirtûkan bi eleqeyeke mezin didome

    Pêşengeha Pirtûkan bi eleqeyeke mezin didome

    Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

    Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

    Bi tevî Serokê MHKê ve 7 kes hatin binçavkirin

    Bi tevî Serokê MHKê ve 7 kes hatin binçavkirin

     Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

    Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan

29 ÎLON 2026 - 15:34
Kategorî: ROJANE
A A
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî ji bo şagirt û malbatên wan peyam şand û daxwaz kir ku sala nû ya xwendinê dewam bike.

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî têkildarî mijara perwerdeya zimanê kurdî, rewşa dibistan, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê bi rêya ajansa ANHAyê peyameke bi dîmen da.

Peyema Mazlum Ebdî ya li ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî bi vî rengî ye:

“Gelê me yê hêja zimanê Kurdî nasnameya me ye, parastin û pêşxistina zimanê Kurdî her armancekî bingehîn a têkoşîna me heta roja me ya îro ye. Fêrkirin û xwendina bi zimanê dayikê mafeke xwezayî ya tevahî gelan û yê gelê Kurd de jî, fêrkirina bi zimanê Kurdî mafekî bingehîn e û xwezayî ye. Di van 14 salên buhurî de, di Şoreşa Rojava de kedeke mezin ji bo fêrkirin û xwendina zimanê Kurdî hat dayîn, di demekê de ku em di şer de bûn, sîstemeke xwendinê hat avakirin. Her çi qas kêmasî û lawazbûnê xwe hebûn jî lê belê tiştekî nû bû û gaveke dîrokî bû di dîroka Rojava de.

Bi vê munasebetê tevahî malbatên me yên ku bi ruxmî şer, zor û zehmetiyan zarokên xwe şandin zimanê Kurdî ez wan silav dikim. Tevahî mamoste û karmendên me yên ku keda xwe di fêrkirin û xwendina zimanê Kurdî de hene, ez wan jî pîroz dikim.

Piştî rûxandina rejîma Baadê ev bû salek û 8 meh, hewildanên me ji bo ku zimanê Kurdî bibe beşeke fermî di sîstema perwerdeyê di Sûriyeyê de têne kirin. Ji bo vê yekê gelek civîn, hewildan û danûstendin çêbûn, di encama wê de Wezareta Perwerdeyê di mijara zimanê Kurdî de biryar da, gel û şagirtên me ji ber ku ev biryar têrker nedîtin xwepêşandan kirin û helwesta xwe dane xuyakirin, têkoşîn dane meşandin, em vê yekê mafê şagirtên xwe dibînin û em li kêlek wan in.

Lê belê ji ber ku sala xwendinê nû dest pê kiriye, em di pêvajoyeke veguhestinê de ne, pêwîst e em sîstema xwendinê serkeftî dewam û derbas bikin. Ji bo ku zarokên ku di dibistanên Kurdî de xwendine, zor û zehmetiyên nekşînin tedbîr hatine girtin, wê zarok zor û zehmetiyê nebînin wê li aliyekî fêrî zimanê erebî bibin, li aliyeke din jî wê xwendina xwe bi zimanê Kurdî dewam bikin.

Xwesteka me ji malbatan û şagirtên me ew e ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku tê de zimanê Kurdî esas tê girtin, ji bo ku ev sala xwendinê ya nû di vê pêvajoya veguhêz de serkeftî derbas bibe û sala pêşiya me em karibin di asteke bilindtir di mijarên zimanê Kurdî de bidest bixînin, ev wê bibe bingeheke esasî ji bo ku em mafê xwe di mijara zimanê Kurdî de bi tevahî bidest bixin.

Îsal wê xwendina refa 9 û bekeloriya wê li gorî sîstema Rêveberiya Xweser were meşandin.

Ji bo wê daxwaziya min ji tevahî şagirtan ew e ku xwendina xwe di van her du refan de, li gorî sîstema xwendina Kurdî ya berê dewam bikin, ji bo ku pêşeroja xwe bêhtir garantî bikin.

Hîn hevdîtin û danûstendin ji bo fermiyeta Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê tên meşandin, biryara dawî hîn derneketiye ortê, lê belê em di wê hêviyê de ne ku wê di vê mijarê de jî biryareke guncaw li gorî şagirtên me yên her du zanîngehan de ne derkeve.

Daxwaza me ew e ku ji bo sala xwendinê ya nû ya her du zanîngehan şagirtên me yên belkeloriya yên ku bi zimanê Kurdî pêk anîne, ji bo ku cihê xwe di her du zanîngehan de bigirin, ew mufradetên xwe li gorî sîstema ya Wezareta Perwerdeyê ya Bilind derxistiye pêşkêş bikin.

Di dawiyê de ez sala xwendinê ya nû pîroz dikim û ji bo wan tevahî serkeftinê dixwazim.”

Etîket: Mazlum Ebdîperwerdeya bi zimanê kurdîŞêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Li Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî li ber avahiya NYê kon danîn

Li Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî li ber avahiya NYê kon danîn

16 ÎLON 2026
‘Heke pirzimanî neyê qebûlkirin demokrasî pêş nakeve’

‘Heke pirzimanî neyê qebûlkirin demokrasî pêş nakeve’

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne