Desteya Şopandin û Tespîtê ku bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz di çarçoveya pêvajoyê de ava bûbû, civîna xwe ya dûyemîn li dar dixe. Civînê li Qesra Sorkkomariyê dest pê kir.
Desteya Şopandin û Tespîtê ku di bin banê Cîgiriya Serokkomariya Tirkiyeyê de ji bo şopandina pêvajoyê hatibû avakirin, îro civîn xwe ya duyemîn li dar dixe. Deste bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz li Qasra Serokkomariyê civîna xwe ya 2yemîn li dar dixe. Civînê di saet 09:30an de dest pê kir. Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Teşîkalata Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Sektreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Susmaz û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Millî (MGK) Oktay Memîş tev li civînê bûn.
Tê çaverêkirin ku piştî civînê Cevdet Yilmaz daxuyaniyekê derbarê civînê de bide.
Desteya Şopandin û Tespîtê piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyê ya li Meclisê hatibû avakirin. Desteyê civîna ewil di 24ê Tebaxê de li dar xistibû.












