Bi boneya salvegera mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş, li Stenbolê daxuyaniyek hate dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê ji bo Rojîn, ji bo aştiyê û ji bo edaletê têkoşîna xwe bidomînin.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ku di sala 2024an de li Wanê winda bibû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin, bi daxwaza edaletê daxuyaniyek da.
Di çalakiya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Beyogluya Stenbolê hate lidarxistin de, wêneyên Rojîn Kabaîş hatin hildan û dirûşma “Ji bo Rojîn edalet” hat berzkirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Kamîle Kandal ku daxuyanî xwend, diyar kir ku malbata Rojîn du sal in têkoşîna edaletê dimeşîne.
‘Divê berpirsên mirina Rojîn bên eşkerekirin’

Kamîle Kandal anî ziman ku mirina Rojîn ji destpêkê ve hewl hate dan ku wekî xwekuştin bê nîşandan û got ku di dosyeyê de gelek pirs hîn jî bêbersiv mane.
Kamîle Kandal bal kişand ku agahiyên derbarê nimûneyên ADNyê û qeydên kamerayan de gumanan zêdetir dikin û daxwaz kir ku berpirsiyarên mirina Rojîn û kesên ku hewl dane delîlan veşêrin bêne eşkerekirin.
Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

















