Bedlîs – Cahît Coşkûn (Ferzad Sêdar) ku di hezîrana 2021an de li Xerzanê şehîd dikeve, bi ked û jêhatîbûna xwe di bîra dayika xwe de hêj zindî ye. Dayik Guler Coşkûn keda lawê xwe bi bîr anî û got ku rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû.
Keç û xortên gelê Kurd li dijî înkar, îmha, qirkirin û bişaftinê di 50 salên dawiyê de bi bedelên gelek giran têkoşîna hebûn û azadiyê meşandin û dimeşînin. Di vê têkoşînê de gelek leheng û çîrokên lehengiyê derketin holê. Cahît Coşkûn (Ferzad Sêdar) ê şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi çîroka xwe ya fedakariyê, yek ji wan lehengan e. Cahît Coşkûn, beriya ku tev li tevgerê bibe, di nav feqîriyê de tevî nexweşiya bavê xwe bi dilsozî û keda xwe ya biçûk alîkariya malbatê dikir. Ew zarokekî pir çalak û dilovan bû, li kolanan şêranî difiroşt, pêlav boyax dikirin û paşê jî ji ber zext û zoriyên dewletê neçar mane ku bi malbatî koçî Stenbolê bikin. Heta tev li Tevgera Azadiyê dibe jî, bi keda xwe alîkariya debara malbatê didomîne. Piştre, bi tevlibûna xwe dixwaze alîkariya hemû bindestan bike.
‘Hertim li pey dilovaniyê bû’
Dayika Cahît Coşkûn Guler Coşkûn ku behsa çîroka lawê xwe kir, da zanîn ku Cahît zarokê wê yê çaremîn bûye û di zarokatiya xwe de tevî hejarî û nexweşiya bavê xwe ya KOAHê, bi rihê xwe yê mezin berpirsiyariya malbatê hildida ser milên xwe. Guler Coşkûn diyar kir ku Cahît hê di 7 saliya xwe de ji bo debarê dest bi xebatê kiriye û got: “Saet di 7ê sibehê de diçû şêranî difiroşt, pêlav boyax dikirin û muavînî dikir da ku alîkariya aboriya malbatê bike. Ew zarokekî wisa bû ku rihê wî 20 qat ji qalibê wî mezintir bû. Tiştê xirab nedikir, her tim li pey tiştên piştgirî û dilovaniyê bû.”
Li Stenbolê rastî nîjadperestiyê hat
Piştî ku bavê Cahît ji ber polîtîkayên dewletê ji kar tê avêtin, malbat neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike. Li wir jî Cahît ji aliyekî ve xwendina xwe didomîne û ji aliyê din ve ji bo piştgiriya birayê xwe yê ku dê biçûya leşkeriyê, dev ji dibistanê berdide û dikeve nav kar. Di atolye û pastaxaneyan de dixebite, lê ji ber nasnameya xwe ya Kurd rastî heqaret û êrişên nîjadperest tê. Guler Coşkûn helwesta Cahît a li hember nîjadperestiyê wiha anî ziman: “Cahît tu carî jîyaneke bi wî rengî û heqaret qebûl nedikir; ji ber wê li Bayrampaşayê dikaneke borekan vekir û bi jêhatîbûna xwe aboriya malbatê rast kir.”
‘Divê em vegerin welatê xwe’
Piştî vegera birayê wî ya ji leşkeriyê, Cahît ji ber zextên li ser nasnameya Kurdî û nîjadperestiyê biryara xwe ya vegera welat tîne ziman. Malbat vedigere Tetwanê. Li vir di nav zehmetiyan de jiyanek nû ava dikin. Dayika Guler Coşkûn da zanîn ku Cahît li ser nirxên welatparêziyê û nirxên malbatê mezin dibû û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di heman demê de pirtûkek nivîsand û belav kir. Cahît ji heywanan, ji mirovan û ji keda xwe pir hez dikir, masiyên ku dikirîn di taxê de belav dikirin û tiştên xwarinê yên pastaxaneyê dida zarok û hewcedaran.”
Rêwîtiya ber bi tekoşînê û şehadet
Guler Coşkûn da zanîn ku welatparêziya malbatê û şehadeta hevalên wî bandoreke kûr li ser Cahît kiribû û rêwitiya kurê xwe ya ber bi têkoşîna azadiyê ve wiha anî ziman: “Rojekê bi navê xebatê berê xwe da Antalyayê, lê di rastiyê de tev li refên tekoşînê bibû. Me heta 7 salan tu agahî jê nestand. Piştî 7 salan têkilî çêbû û bi telefonê li me geriya. Cahît di axaftina xwe ya piştî 7 salan de got ku her kes aydî welatê xwe ye, her giya li ser kokê xwe şîn dibe.”
‘Heta aştiyeke bi rûmet û mayînde çêbibe em ê li ser lingan bin’
Cahît di hezîrana 2021an de li Xerzanê şehîd dikeve. Malbat piştî 3 mehan pê dihise ku cenazeyê wî li Bedlîsê di goristana bêkesan de hatiye veşartin. Guler Coşkûn hestên xwe yên dema wergirtina cenaze û soza xwe ya li ser gora wî wiha anî ziman: “Me cenazeyê wî anî. Ez li ser gora wî rûniştim û min got ez dayika şervanekî me, dayika şehîdekî me. Min soz daye şehîdê xwe, heta ku em sax bin em serî danaynin. Heta aştiyeke bi rûmet û mayînde çêbibe em ê li ser lingan bin.”
‘13 sal in cilên wî bêhn dikim’
Dayika Guler Coşkûn destnîşan kir ku 13 sal in cilên kurê xwe diparêze, her şev bêhn dike û dixe bin balîfê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bangawaziya min ji dayikên leşker û polîsan re jî heye; ew jî dayik in, bila mil bidin milên me. Em hemû mafên xwe dixwazin. Bila êdî tu dayik negirîn, em aştiyeke bi rûmet dixwazin.”





















