• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    ROJEVA 24ê ÎLONA 2026an

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    ROJEVA 24ê ÎLONA 2026an

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

Omer Demîr / AW

24 ÎLON 2026 - 09:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Fedekar (Hîkmet Demîr) li gundê Nanikasê yê Bedlîsê hatiye dinê. Piştî mezinbûnê dema Fedakar li gund winda dibe herkes dizanê ku Fedakar çûye li çiya û diger. Ji ber ku di dilê Fedakar de her tim hezkirina çiyayên Kurdistanê heye Fedakar di sala 1992yan de berê xwe dide hezkiriyên xwe çiyayan û wekî navê xwe tevdigerê û dibe fedakarê gelê xwe û di sala 1995an de li Zapê şehîd dikevê.

Hezkiriyên çiyayan

Fedakar li Tetwanê gundê Nanikasê tê dinê. Ji zaroktiyê xwe de ve her tim diçe xebatên gund û alîkariyê dide malbata xwe. Piştî ku emrê wî tê çaxê dibistanê, diçe dibistanê. Lê zêde hez dibistanê nakê, piştî 3 salan dest ji dibistanê berdide. Li gund û di nava malbatê de dibe kesek naskirî. Çi kar hebe li gund, diçe, dike û alîkariyê dide gundiyan. Bavê wî jê re çakêtekî dikire. Fedakar gelek ji çakêt hez xwe dike. Dema ku Komkujiya Helebçeyê pêk tê, çakête xwe ji Helebçeyê re dişîne. Dema ku sedema şandina çakêt jê tê pirsîn Fedakar ji dayika xwe re dibêje “Ew jî zarokê te ne.” Fedakar li gund karê sewalvanî û şiwantiyê dike. Ji çiyayan gelek hez dike. Her roj derdikeve û li çiyayan digerê. Her ku li gund winda dibe, her kesek dizanê ku Fedakar li ser milê çiyayan digerê. Dema êdî Fedakar dibe ciwan dixwaze alîkariya aboriya malbata xwe bike û ji bo kar berê xwe dide bajarê Stenbolê.

Fedakariyê teng û herêmkî negirt dest

Hîkmet Demîr (Fedakar) li Stenbolê di înşaatan de dixebite û pereyê ku qezenc dike ji malbata xwe re dişîne. Li bajar jî çi kar hebê dike û alîkariya herkesî dike. Li bajar jiyana pergalê ji nêz ve nas dike. Jiyana wî ya li gund di dilê wî de ye. Lê herî zêde beriya çiyayên Kurdistanê dike. Hîkmet Demîr ji zarokatiya xwe ve Tevgera Azadiya Kurd ji nêz ve nas dike. Herwiha ji ji malbata wî jî gelek kes tev li refên Tevgera Azadiyê bûne. Êdî dor dora Hîkmet e. Hîkmet di sala 1992yan de, li Stenbolê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hîkmet li çiyayên Kurdistanê navê Fedakar li xwe dike û dibe fedakara xwe gelê xwe. Ji ber ku ji zarokatiya xwe ve çiyayên Kurdistanê di dilê Hîkmet de herdem cihê herî pîroz girtiye. Çawa ku ji zaroktî û ciwantiya xwe ve herdem dema karê wan li Hîkmet çêdibûya digotin; Hîkmet dîsa li çiyê ye, dîsa Hîkmet xwe digihijîne hezkiriya xwe çiyayên Kurdistanê û di sala 1995an de li Zapê şehîd dikeve.

Dayik û bav bi serbilindî şehadeta kurê xwe pêşwazî dikin

Malbat jî li gundê Nanikasê jiyanekî xweş derbas dike. Lê ev jiyana xweş piştî demekî rastiya Kurd û şerê li dor erdnîgariya Kurdan tên domandin rûbirû dimîne; zext, zordarî û koçberî dibe para malbatê jî. Malbata Demîr piştî zext û zordariya dewletê, berê xwe dide Stenbolê. Li Stenbola ku Hîkmet li wir jiyayî û li wir berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hîkmet di zaroktiya xwe de herdem li gel kurê apê xwe Mehmet Nûrî re digerê û jiyana wa bi hev re berdewam kiriye. Li Stenbolê bi 3 rojan dê daweta Mehmet Nûrî pêk bihata. Di roja yekemin de agahiya şehîdbûna Hîkmet ji dayik Gulendan re tê gotin. Dayika Gulendan bi tevahî êşa xwe jî dixwaze daweta Mehmet Nûrî xira nebe û bêdeng dimîne û di nava xwe de rondikan dibarîne. Bav Abdûlbarî jî li dijî şehîdbûna kurê xwe tu tişt nabêje ji ber ku dizanê ew rêya pîroz Hîkmet bi keyfxweşî bijartiye û bi serbilindî şehîdbûna kurê xwe pêşwazî dike. Piştî Fedakar şehîd dikeve di sala 1997an de kurê din malbata Demîr çêdibe. Dema ku malbat diçe li girtîgehê serdana girtiyan kesek girtî ji malbatê re dibêje: “Fedakarê mezin şehîd ket, bila navê vî zarokê jî Fedakar be.” Piştî wê navê kurê wê yê din jî bû Fedakar. Piştî Fedakar şehîd dikeve xwarziyê wê Mazlûm Akman jî wekî xalê xwe dibe şoreşgerekî mezin û li pey rêça xalê xwe de dimeşe. Mazlûm Akman di sala 2025an de tev li têkoşîna dibe û navê xalê xwe Fedakar li xwe dike û di sala 2022yan de li Gabarê şehîd dikeve.

‘Serê te xweş, kurê te şehîd e’

Dayik Gulendan Demîr destnîşan kir ku Fedkar zarokekî baş bû, ji çiyayan gelek hez dikir û wiha got: “Herdem diçû li çiyayan. Ji penîrên welat, nivişk hez dikir lê herî zêde ji masiyan hez dikir. Dema diçû li Tetwanê, herdem li gel xwe masî dianiya. Piştî demekî dev ji dibistanê berda çû Stenbolê. Li Stenbolê înşaatê dixebitî. Axaftin, rûniştina wî her tevgera wî li ser siyasetê bû. Bi eqlê xwe partiyê nas kir. Bavê wî jê re çakêtekî kirîbû, dema ku li Helebçeyê komkujî pêk hat, çû çakêtê xwe şand Helebçeyê. Min jê re pirsa ‘te çima çakêtê xwe şand’ jê kir. Ji min re got; ‘zarokên Helebçeyê jî zarokê te ne jî, bila ew tazî bin?’ Doza wî herdem li ser vê rêyê bû. Roja daweta kurê apê wî agahiya şehîdbûna Fedakar hat. Min got ew jî daweta kurê min e, ji bona wê min tu tişt negot ku ji bo dawet xira nebe. Kesek ji min re got şehîdê we heye, min jê re got kurê min jî birayê we ye, serê me sax be. Min got qey qîr dikim lê ez xwe hesiyam ku dikenim. Kesê ku berê xwe daye rêya mirovahiyê ez ê çawa ji bona wî bigirîm. Bavê şehîd ji min pirsî ‘tu çima xemgînî’ le min jê re negot. Piştî dawetê min dîsa pirsî min jê re got ‘serê te xweş, kurê te şehîd e.’ Bavê wî tiştekî negot ji ber ku ew jî dixwest kurê wî tev li bibe. Hê kurê min tev li nebûbû ji min re got ‘ez ê biçim’ min got; ‘tê çawa herî.’ Kurê min ji min re got ‘ez ê herim, jixwe zarokê te hin din jî hene.’ Min got ‘neçe’ lê got ‘ez ê herim’. Çû li Stenbolê û li wir tev li bû.”

Etîket: Çiyayên KurdistanêfedakarîFedekar (Hîkmet Demîr)NanîkasTetwanTevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

22 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026
‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

11 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne