Li Enqereyê serokên şaredariyên navçeyên Beypazari, Kalecik, Karakoç, Ayaş, Gudul, Şereflikoçhisar, Elmadag û Polatliyê ragihandin ku wan ji CHPê îstîfa kirinê.
Piştî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir, gelek şaredarên navçeyên Enqereyê jî ragihandin wan ji CHPê îstîfa kiriye. Şaredarê navçeya Beypazariyê Ozer Kasap, Şaredarê Kalecikê Satilmiş Karakoç, Şaredarê Ayaşê Îzzettîn Demîrcîoglu, Şaredarê Gudulê Mehmet Doganay, Şaredarê Şereflikoçhisarê Mustafa Koçak, Şaredarê Elmadagê Adem Bariş Aşkın û Şaredarê Polatliyê Mursel Yildizkaya ragihandin ku wan ji CHPê îstîfa kiriye.













