Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sezona şanoyê di meha cotmehê de bi lîstika “Moraşîn” veke. Hezkiriyên şanoyê dê di tevahiya mehê de derfetê bibînin ku li lîstikên cuda yên ji bo mezin û zarokan bi zimanê Kurdî lê temaşe bikin.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di meha Cotmehê de bi bernameyeke dewlemend perdeya sehneya xwe ji hezkiriyên şanoya Kurdî re vebike. Di bernameya Cotmehê de lîstika bi navê “Moraşîn, Keçelok, Xewna Şeveke Havînê, Hişê min Tevlihev Bû û Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” cih digirin.
Sezon bi ‘Moraşîn’ê dest pê dike
Şanoya Bajêr dê perdên sezona şanoyê bi lîstika “Moraşîn” veke. Lîstok, di 2 û 3yê Cotmehê de seat li 20:00an dê derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstika zarokan a bi navê “Keçelok” jî dê di 4ê Cotmehê de seat li 13:00an derkeve pêşberî zarokan.
‘Xewna Şeveke Havînê’ dê çar caran derkeve ser dikê
Di çarçoveya bernameya meha Cotmehê de lîstika “Xewna Şeveke Havînê”, di 9-10ê Cotmehê û 16-17ê Cotmehê de seat li 20:00an dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika zarokan a bi navê “Hişê Min Tevlihev Bû” jî di 11 û 25ê Cotmehê de seat li 13:00an dê were pêşandan. Lîstika “Keçelokê” jî di 18ê Cotmehê de seat li 13:0an dê ji nû ve derkeve pêşberî temaşevanan.
‘Romeo û Juliet’ di nava lîstikên dawî yên mehê de ne
Lîstika bi navê “Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” ku ji berhema klasîk a Shakespeare ji aliyê Şanoya Bajêr ve hatiye amadekirin, dê di 23-24 û 30-31ê Cotmehê de seat li 20:00an li ser dikê be.
Bilet dê bi rêya Biletinialê bên girtin
Hemû lîstik dê li Salona M. Emin Yalçınkaya û Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî temaşevanan. Hezkiriyên şanoyê dikarin biletên lîstikan bi rêya Biletinialê peyda bikin.













