• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Em Kurd, Ereb, Suryan Asûr destê xwe bidin hev

1 KANÛN 2024 - 16:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dawî yên li ser Heleb û herêmê seferberiya giştî îlan kir.

Êrîşên li ser Heleb, Şehba û deverên din ên Suriyeyê berdewama plana Tirkiyeyê ya Misaki-Millî ye, lewma tevahiya herêmê dike hedef û encamên wê hebin. Rêveberiyê bang li tevahiya gelên herêmê û hêzên navnetewî kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk û êrîşên çeteyan ên li ser Şehba, Heleb û gelek deverên Suriyeyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya xweseriyê ya li Reqayê dan çapemeniyê. Bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî dan.

Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd bi kurdî, bi Erebî jî Hevserokê Meclîsa Rêveber Hisên Osman daxuyanî dan.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd anî ziman ku di destpêkê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin û wiha got: “Em berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê silav dikin. Ev êrîşa dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiye–DAIŞ tê de têk çûne ye. Armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û bidestxistina sînorên Mîsaqi-Millî ye ku dewleta Tirk gelek caran ji bo pêk anîna wê dixebitî. Armanca vê êrîşê dagirkirin û parçekirina Sûriyeyê ye da ku wê bikin navenda terora navneteweyî ye. Armanca êrîşa ku ji Heleb û Hemayê dest pê kir ne tenê herêmek bû, tevahiya Sûriyeyê bû.”

Em Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen destê xwe bidin hev

Evîn Swêd bang li hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha axivî: “Divê zanibin ku yek ji armancên vê êrîşê ew e ku hêviyên gelê Sûriyeyê di jiyaneke bi rûmet û azad de binpê bikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin û xakên nû tev li Tirkiyeyê bikin. Ji ber vê yekê jî divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrîşan destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku li derdora QSDê kom bibin. Em qonaxa seferberiya giştî radigihînin û bang li gelê xwe dikin ku her tim amade bin.”

Ev êrîş dê bi xwe re karesetekê bîne

Evîn Swêd di serî de ji saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest ku li ser karê xwe bin û di nava rewşeke hişyariyê de bin û her saziyek weke şaneyeke kirîzê kar bike û wiha bi dawî kir: “Em bang li civaka navneteweyî dikin û dibêjin ku ev êrîş dê bi xwe karesateke mirovî bîne û ev gef dê ne tenê li dijî Sûriyeyê be, lê belê ew DAIŞ`eke nû ye û dê encamên wê yên herêmî û cîhanî hebin.”

Etîket: AsûrErebEvîn SwêdKurdMeclîsa Rêveberiya XwesersuryanTurkmen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Federasyona Suryaniyan: Ev gavek dîrokî ye

Federasyona Suryaniyan: Ev gavek dîrokî ye

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne