TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî daxuyanî da û diyar kir ku desteserkirin, girtin, cezayên giran û gefa dardekirinê hê jî jiyana jinan dorpêç dike û wiha hat gotin: “Rejîma ku nikare berxwedanê bişikîne, dixwaze jinan bêdeng bike. Çar sal berî niha, ew gotina ku ji kolanên Îranê belavî cîhanê bû, îro jî di têkoşîna hevpar a jinan de dijî.”
Jina Kurd Jîna Emînî, di 12yê Îlona 2022yan de li Tehranê ji ber ku pora wê xuya dikir ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di 16ê Îlonê de jî ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li Stenbolê Qada Şîşhaneyê daxuyanî da. Aktivîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, parlamenter, endam û rêveberên DEM Partî, nûnerên saziyên civakî û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama enstitûya Kurdî Rojbîn Dag ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hate vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.
Rojbîn Dag anî ziman ku di 16ê îlona 2022yan de li Îranê Jîna Mehsa Emînî bi hinceta ku porê xwe li gorî rêzikên serîgirtinê nenixumandiye, ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yên rejîmê ve hat desteserkirin û qetilkirin û wiha got: “Dengê Jin, Jiyan, Azadiyê ku piştî qetilkirina Jîna bilind bû, di nava demeke kin de sînor derbas kir, bû gotineke hevpar a ji bo daxwaza azadiyê ya jinên li seranserê cîhanê. Mirina Jîna her wiha bû destpêka şikestineke dîrokî li dijî zexta ku li ser laş, nasname, şêweya jiyanê û azadiyên jinan hatibû avakirin. Serhildana ku li Îranê bi pêşengtiya jinan derbasî nava kolanan bû, ew serhildan bû berxwedaneke bihêz li hemberî pergalên serdestiya mêran ku hewl didin hukma wan li ser biryarên jinan hebe bê ka jin dê çawa bijîn, çi li xwe bikin, bi kîjan zimanî biaxivin û li ser jiyana xwe kîjan biryaran bistînin.”
‘Di sala 2026an de herî kêm 19 jin hate darvekirin’

Rojbîn Dag destnîşan kir ku di nava têkoşîna Jin, Jiyan, Azadî de zext û pêkutî neqediyan û wiha bi lev kir: “Desteserkirin, girtin, cezayên giran û gefa dardekirinê hê jî jiyana jinan dorpêç dike. Rejîma ku nikare berxwedanê bişikîne, dixwaze jinan bêdeng bike; sêpêyên sêdarê dike amûreke tirsandin û çewisandinê li hemberî têkoşîna jinan. Vîna jinan a ku piştî Jîna gotibû ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û rabûbû ser pêyan, ew dixwazin ku wê vînê bi desteserkirin, îşkence, cezayên girtîgehê yên giran û gefa darvekirinê teslîm bigirin. Li dijî van polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan dikin hedef, hemû jinên ku hatine darvekirin û yên ku di bin gefa darvekirinê de ne, em têkoşîna wan hemûyan têkoşîna xwe dihesibînin. Rapora herî dawî ya mafên mirovan ku der heqê cezayên dardekirinê yên xwepêşander û muxalîfan de ye, ew jî nîşan dide ku ev tablo berdewam e. Di serî de jî rojnameger Pexşan Ezîzî, îro hîna jî gelek jin bi van êrîşan tên hedefgirtin. Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Îranê, em dizanin ku di sala 2026an de herî kêm 19 jin hatin darvekirin û bi dehan, bi sedan jin jî hê jî bi gefa darvekirinê re rûbirû ne. Li dijî van gefan, li seranserê cîhanê jin divê dest bidin destê hev û ji bo ku tu jin neyên qetilkirin, divê xwe bi rêxistin bikin.”
‘Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşmeyekî ye’

Her wiha Rojbîn Dag diyar kir ku wan Jîna Mehsa Emînî ji bîr nekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergala serdestiya mêran ku dixwazin laş, nasname û jiyana jinan bixin bin kontrola xwe, li dijî van pergalan em jin dê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin. Jin, Jiyan, Azadî ku piştî Jîna li kolanan olan da, ne tenê dirûşmeyekî ye; her wiha derbirîna wê vîna jinan e ku jin li ser jiyan û siberoja xwe xwedî gotin û biryar bin. Çar sal berî niha, ew gotina ku ji kolanên Îranê belavî cîhanê bû, îro jî her di têkoşîna hevpar a jinan de dijî.”
Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.












