Bi nêzbûna salvegera 4an a qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî, Tifaqa Partiyên Siyasî ya Kurdistana Îranê bang li xelkê Rojhilat kir ku 16ê Îlonê dest bi greva giştî bikin.
Jîna Emînî li paytexta Îran Tehranê bi hinceta “li gorî quralên serpêçanê tevnegeriyaye” ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin. Li ser vê qetlîamê 4 sal derbas dibin.
Bi nêzikbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî, Tifaqa Partiyên Siyasî ya Kurdistana Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo 16ê Îlonê roja çarşemê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî kir.
Tifaqê xwest ku ji bo piştgirîdayîna grevê esnaf dikanên xwe û bazaran bigirin, welatî jî li malên xwe bimînin û tev li çalakiyê bibin. Di daxuyaniyê de bang li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û komên civakî yên cuda hate kirin ku destek bidin greva giştî.
Tifaqê destnîşan kir ku greva giştî tenê bîranîna cangoriyên berxwedana “Jin Jiyan Azadî” nîn e, di heman demê de çalakiyeke sivîlan a aştiyane ye ku berxwedana gelê Kurd û daxwazên wê yên siyasî û neteweyî nîşan dide.
Piştî ku 16ê Îlona 2022yan Jîna Emînî hate qetilkirin, li seranserê Îranê prosteyên ku mîna wê nehatine dîtin destpê kirin, dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” sînorên welêt derbas kir û li seranserî cîhanê bû yek ji sembolên tevgera protestoyê.









