• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gundê Qeremûsê yê Farqînê hê jî kevneşopiyên berê didomin

    Li gundê Qeremûsê yê Farqînê hê jî kevneşopiyên berê didomin

    Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

    Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

    ‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

    ‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

    ROJEVA 16ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 17ê ÎLONA 2026an

    Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

    Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

    Hevserokê PJAKê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

    Hevserokê PJAKê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Navenda Nûçeyan / AW

17 ÎLON 2026 - 08:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nivîskar Mahîr Dogan di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de bi gotara xwe ya bi sernavê “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve” pêvajoyên dîrokî û siyasî yên têkoşînê, veguhêzên stratejîk û tekoşîna aştiyê digire dest. Dogan di nivîsa xwe de destnîşan dike ku nêzîkatiya maseya muzakereyê ne tesadufî ye, encama berxwedana dîrokî ya ji sêdaran heta îro ye.

Nivîskar Mahîr Dogan di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de li ser pêvajoya siyasî û xeta diyalogê nirxandinên girîng kirin. Dogan balê dikişîne ser dîroka têkoşînê û destnîşan dike ku hemû destkeftiyên siyasî bi bedelên mezin hatine bidestxistin. Mahîr Dogan anî ziman ku siyaseta qirkirinê û polîtîkayên darvekirinê nekarîne vîna gelê Kurd bişikînin û wiha nivîsand: “Pêvajoya ku ji sêdaran ber bi maseya mizakereyê ve çûye, serkeftina vîna berxwedêr û biryardariya azadiyê ye.”

‘Mizakere encama berxwedana dîrokî ye’

Mahîr Dogan diyar dike ku ji bo avakirina çareseriyeke domdar, fêmkirina dîroka têkoşînê xala herî krîtîk e. Dogan tîne ziman ku hêzên desthilatdar tenê gava rastî berxwedaneke mezin hatine neçar mane ku rûnên li ser maseyê. Dogan wiha dinirxîne: “Maseya mizakereyê ne cihê tawîzan e; berevajî vê, qada rewakirin û ferzkirina mafên rewa yên gel e ku bi salan di bin zextê de hatine tepisandin.”

‘Têkoşîna siyasî û biryardariya îdeolojîk’

Di gotarê de Dogan rexneyên tûj li nêzîkatiyên erzan û nirxandinên lewaz ên li ser pêvajoyê dike. Dogan domandina sekna siyasî û îdeolojîk wekî merceke sereke ya serkeftinê pênase dike. Di nivîsa Dogan de tê diyarkirin ku di nav pêvajoya muzakereyê de jî divê têkoşîn bi her awayî berdewam bibe. Dogan van nirxandinan dike: “Ji bo ku maseya çareseriyê encamê bide, pêwîst e biryardariya civakî û tevlîbûna gel a di pêvajoyê de her tim di asta herî jor de be.”

‘Bêyî naskirina îradeyê çareserî çêna be’

Yek ji mijarên sereke yên ku di gotarê de li ser tê rawestandin, pêwendiya kûr a di navbera aştiya rastîn û naskirina îradeya gel de ye. Dogan diyar dike ku aştiyek ku nenasîn û qirkirinê kûr bike nabe aştî û wiha dibêje: “Bêyî naskirina îradeya siyasî û misogerkirina mafên hiqûqî, çareseriyeke rastîn ava nabe. Avakirina maseya mizakereyê gava yekemîn e ji bo derbasbûna ber bi şaristaniya demokratîk ve.”

‘Divê civak bibe aktorê pêvajoyê’

Dogan destnîşan dike ku pêvajoya mizakereyê ne tenê di navbera aliyên siyasî de birêve diçe, divê civak bi xwe bibe aktorê vê pêvajoyê. Dogan wiha didomîne: “Hêz û serkeftina diyalogê bi tevlîbûna dînamîkên civakî ve girêdayî ye. Di hemû gavan de divê daxwaz û biryardariya gel bibe rêberê esasî.”

‘Garantîkirina pêşeroja azad bi têkoşînê pêkan e’

Di dawiya nivîsê de Dogan balê dikişîne ser xeta berxwedanê û sekna li beramberî xetereyan. Mahîr Dogan diyar dike ku garantiya pêşerojê berî her tiştî birêxistinbûn û hişmendiya siyasî ve girêdaye. Dogan nivîsa xwe wiha bi dawî dike: “Gel û tevgera ku tevlî vê pêvajoyê dibe, divê bi hişyarî nêzî hemû lîstikan bibe û xeta berxwedanê li ser maseyê jî biparêze. Ev proseya veguhertina berxwedanê ye ku rê li ber avakirina jiyaneke azad û aştiyane vedike ye.”

Etîket: BerxwedangotarKovarMahîr DoganMuzakereOzgur Halksêdarserkeftin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

14 ÎLON 2026
Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

13 ÎLON 2026
Besê Erzincan: Şoreşa Kurdistanê tenê bi şoreşa azadiya jinê re dikare serbikeve!

Besê Erzincan: Şoreşa Kurdistanê tenê bi şoreşa azadiya jinê re dikare serbikeve!

12 ÎLON 2026
Xebat Andok: Ziwanê medya bêbawerîye xorînêr keno

Xebat Andok: Sosyalîzma Neteweya Demokratîk rêya rizgariya Kurdê Azad e

11 ÎLON 2026
Kovara Ozgur Halkê bi dosya û nivîsên balkêş derçû

Kovara Ozgur Halkê bi dosya û nivîsên balkêş derçû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne