* Li Wanê krîza aborî, bêkarî û nebûna qadên xebatê, dibe sedema koça ber bi metropolan ve. Ciwanên ji neçarî dimînin berê didin metropolan destnîşan kirin ku ji ber nijadperestiyê jiyana wan di xeteriyeke mezin de ye.
* Rojnameger E. Pejder Altan anî ziman ku hin hezên di nava HTŞê û çeteyên giredayî dewleta Tirk de li dijî entegrasyonê ne û wiha got: “Bêguman bandora Tirkiyeyê jî di van bûyerên dawî de heye.”
* Cahît Beyhan (Yilmaz Cemşid-Seyîd) di sala 1999an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û di sala 2016an dê jî şehîd dikeve. Dayika Cahît Kamîle Beyhan behsa têkoşîna lawê xwe kir û wiha got: “Mirov ji bo welatê xwe, mirovên xwe, axa xwe şehîd jî bikeve tiştek nabe, mirov neçar e.”
* Pîsporê Tenduristiya Civakî û Epîdemiyolojiyê û parêzvanê Mafê Mirovan Dr. Abbas Mansouran anî ziman ku serhildanên “Jin Jiyan Azadî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir, belavî hemû cîhanê bû.
* Nivîskar Erdal Engîzek di nivîsa ji Ozgur Halkê nivîsî de destnîşan dike ku ev pêvajoya ku bi gavên yekalî yên Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê gihîştiye vê astê û pêvajo piştî qanûna çarçoveyê ya TBMMyê derbasî qonaxeke nû bûye. Engîzek diyar dike ku gelê Kurd û PKK bi ruhê 14ê Tîrmehê û berxwedana xwerû serdestiya teknîkî û êrîşên dewletê pûç kirine û dewlet li ser vî esasî neçar bûye ku pêvajoyê bide destpêkirin.
* Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê dê têkildarî pirsgirêkên di pêvajoya serdema nû ya perwerdehiyê de û têdbîrên ku divê bên wergirtin dê li Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 2yan a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk, Hêzên Ked, aştî û Demokrasiyê dê li Amed, Êlihê, Îzmîr û Stenbolê têkildarî qetilkirina Sîpan Hiznî û 10 kesên ku di Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyanî bbidin. (17:00-18-00)
*ANKA-DER dê bi mabesta serdema nû ya perwerdehiyê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê li ber Wezaretê Perwerdehiyê daxuyaniyê bide. (17.30)










