Li Rojhilatê Kurdistanê desteserkirin û cezakirina welatiyên Kurd bê navber dewam dikin. Di nava rojên borî de gelek kes li Sine, Pîranşar, Merîwan û Ciwanro hatine girtin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Saziya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî binpêkirinên rejîma Îranê ya li ser Kurdan hinek agahjî da.
Qurwe
Emîr Xalidî ê 35 salî li bajarê Qurwe ser bi Sine ji aliyê Dadgeha 1emîn a Şoreşa Qurweyê ve bi cezayê 4 sal û 6 mehan hate cezakirin.
Sine
Roja 6ê Îlona 2026an Artîn Rostemî (19) salî li gundê Hewê ya Sine piştî bang lê hate kirin ji bo îfadeyê hate girtin.
6ê Îlona 2026an nêzîkî 15 kes ser bi hêzên rejîma Îranê bi lêdan û êşkenceyê li cihê kar ê Ferîdûn Namdarî ya li Sine bê ku ku sedemek bê nîşandan binçav dikin.
Pîranşar
Arjîn Cundî temen 16 salî 4 roje hatiye girtin. Arjîn xelak gundê Keper a Pîranşarê ye. 11ê Îlonê hêzên rejîma Îranê avêtin ser mala wê û ew binçav kir.
Seqiz
3yê Îlonê Aso Elaedîn bavê du zarokan xelkê gundê Hewê ya Seqize ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve di serdegirtina malê de hate girtin.
Merîwan
8’ê Îlona 2026’an hunermendê bi navê Ferhat Fedayî li bajarê Merîwan li ber deriyê mala xwe tê binçavkirin û heta niha nayê zanîn birine kûderê.
Ciwanro
6ê Îlona 2026an hêzên îranê di saet 05:00ê sibehê davêjin ser malbata Soran Yarî xelkê Ciwanro û tê binçavkirin.
Urmiye
5ê Îlona 2026an hêzên îranê davêjin ser malan Siyamek Mufîdî temen 17 û Sirûşt Înayetî temen 16 salî binçav dikin û hê jî di bin çavan de tê lêpirsînkirin. Heta niha jî çarenûsa wan nediyare.













