Komeleya DADSAZê “Peymannameya Xwerêveberiya Deverî (Cihî) ya Ewropayê” vergerand Kurdî û weke pirtûk weşand.
Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) ku xebatên lêkolîn û perwerdehiya hiqûqê bi zimanê Kurdî dimeşîne, “Peymannameya Xwerêveberiya Deverî (Cihî) ya Ewropayê (European Charter of Local Self-Government)” wergerand Kurdî û weke pirtûk weşand. DADSAZê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal derketina pirtûkê ragihand û da zanîn ku ev xebat wê rê li ber xurtbûna nîqaşên hiqûqî yên bi zimanê Kurdî vebike.
Ev xebat ji aliyê endamê DADSAZê hiqûqnas Sabîr Ebdulahîzad ve hatiye amadekirin û parêzer Ekrem Koçbaşi jî edîtoriya vê kiriye.
‘Hemû endamên Konseya Ewropayê aliyên vê peymannameyê ne’
DADSAZê danasîna berhema xwe bi van gotinan kir: “Pirtûka “Peymannameya Xwerêveberiya Deverî (Cihî) ya Ewropayê” êdî li ber destê we parêzer û hiqûqhezên hêja ye. Ev berhem werger û şîroveya Kurdî ya “European Charter of Local Self-Government” li xwe digire û ji aliyê hiqûqnas Sabîr Ebdulahîzad ve hatiye amadekirin û birêz parêzer Ekrem Koçbaşi jî edîtoriya vê kiriye.
Her wekî ku di pêşgotina pirtûkê da jî amaje pê hatiye kirin, peymannameya navborî di ware xwerêvebirinê da giringtirîn belgeya navneteweyî ye ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye pesendkirin û hemû endamên Konseyê (46 dewlet) aliyên vê peymannameyê ne.
Ev peymanname ji aliyê zimanî ve jî gelek giring e. Di vê belgeya hiqûqî da hejmareke zêde ya têgihên hiqûqî cih digirin ku di jiyana rojane ya rayedar û fermanberên qada kargêriyê da têne bikaranîn û haydarbûna ji bergindên Kurdî yên wan têgihan, rêyê li ber xurtbûna nîqaşên hiqûqî yên bi zimanê Kurdî jî xweş dike. Em wekî Rêveberiya Dadsazê, vê berhemê li hemû kurdîhezên hêja pîroz dikin.”
Derbarê peymanê de
Peymannameya Xwerêveberiya Deverî (Cihî) ya Ewropayê di ware xwerêvebirinê da giringtirîn belgeya navneteweyî ye. Ev Peymanname ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye pesendkirin û hemû endamên wê Konseyê (46 dewlet) aliyên vê Peymannameyê ne. Di Peymannameyê da modeleke hukimraniyê hatiye dariştin û pêşniyazkirin ku standardên Ewropî yên ware xwerêveberiya deverî (cihî) di nav xwe da dihewîne. Herwiha peymanname gelek binemayên hiqûqî li xwe digire ku wekî hîmê demokrasiya deverî têne nasîn.
Derbarê DADSAZê de
Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) di 21ê Sibata 2025an Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li ser bingeha xurtkirina lîteratûra hiqûqê ya Kurdî li Wanê hate avakirin. Komele ji roja hatiye damezrandin ve bi xebatên cur be cur dixwaze lîteratura hiqûqê ya Kurdî pêş ve bibe û di nava hiqûqa cîhanê de bi cîh bike. DADSAZ, komeleyeke serbixwe ye û ji her milên Kurdistanê endamên wan hene.













