• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YNK: Em piştgiriyê didin pêvajoya li Bakur

Navenda Nûçeyan / AW

18 SIBAT 2025 - 16:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Ofîsa çapemeniyê ya Bafil Celal Talabanî piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re daxuyanî da. Hat diyarkirin ku Serokê YNKê wê piştgiriyeke xurt bide pêvajoya li bakurê Kurdistanê.

Şandeya Îmraliyê îro li Silêmaniyê bi Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî û Cîgirê Serokê Hikumeta Demborî ya Herêma Kurdistanê QubaD Talabanî û Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiyan.

Piştî hevdîtinê Ofîsa Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talabanî, li Debaşanê pêşwazî li Şandeya Îmraliyê ya bi serokatiya Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder kiriye.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di hevdîtinê de ku Endamê Polîtburoyê Qubad Talabanî amade bû, şandeya Îmraliyê silav û rêzên birêz Abdullah Ocalan gihandin Serok Bafil Celal Talabanî û biryar, siyaset, bijardeyên xwe derbarê bûyerên siyasî yên navçeyê, pirsa aştiyê li Tirkiyê û gotûbêjên xwe bi birêz Ocalan re anîn ziman. Serok Bafil jî tevî ku bi germî pêşwazî li şandeyê kir, her wiha nêrîna xwe û stratejiya YNKê ya derbarê qonaxa nû ya aştiyê ya li Tirkiyê bi zelalî anî ziman û diyar kir ku piştgîrî û piştevaniya hemû dilxwazan dikin da ku gelê me li Tirkiyê mafên xwe biparêze û weke YNK jî wê hevkariya serxistina vê hewldana dîrokî bikin ku Serok Mam Celal di sala 1993yan de bingeha wê danîbû.

Di hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê da zanîn, heta pirsa Kurd çareser nebe, aştî û aramiya tevahî li navçeyê pêk nayê û wek berê jî me aniye ziman, pirsa Kurd bi çek û şer çareser nabe û encaman bi dest nayîne. Ji ber ku tekane rêya çareseriyê gotûbêj û diyaloga rasteqîne ye. Em hêvî dikin, hemû alî bi taybetî û ji dil, ji bo serxistina vê derfeta dîrokî, li ser bingeha hevparî, xwişk-biratî, hewildana aştî û aramiyê bidin. Serok Bafil Celal Talabanî destnîşan kir, baweriya wan bi xwişk-biratî û jiyana hevpar a aştiyane heye. Em hêvîdar in zimanê diyalogê serwer be û em ê destê xwişk-biratiyê dirêj bikin, em hêvî dikin niyetek cidî ji bo xwişk-biratiya Tirk û Kurdan û serxistina vê hewldana nîştimanî hebe.”

Etîket: DBPDEM PartîŞandeya ÎmraliyêYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Hêzên Pêşmerge bûn yek

Hêzên Pêşmerge bûn yek

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne