• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

Navenda Nûçeyan

13 ÎLON 2026 - 11:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê diyar kir ku bûyerên dawî yên li Kobanê nîşan dane ku hikûmeta Şamê ya demkî îradeya xwecihî red dike û wiha got: “Hikûmeta Şamê ya demkî divê xwe ji wan helwest, nêzîkatî û destwerdanan vegire ku zerarê bide wan.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê derheqê rûdanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Kobanê ku piştî bi awayekî hovane kuştina şehîd Sîpan Hiznî qewimîn, daxuyanî da.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê wiha ye:

“Em ji malbata Sîpan Hiznî yê li Hesekê hate qetilkirin û malbatên 9 mirovên me yên li Kobanê di zindanê de jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.

Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6ê Sibata 2026an di çarçoveya planeke navneteweyî de bû hedefa hêzên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku bi giranî ji HTŞê pêk tê. Rêber Apo li hemberî van êrişan xwest ku pirsgirêk di çarçoveya polîtîkaya entegrasyona demokratîk de bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin ku di serî de Tirkiye ji bo hemû welatên herêmê destnîşan dike. Li dû vê bangê di navbera hikûmeta Şamê ya demkî û Rêveberiya Xweser de lihevkirinek çêbû. Rêber Apo beriya wê jî ji bo çareseriya pirsgirêkan a li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê perspektîf dabû. Gelek caran ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî ragihand ku ev perspektîf bi entegrasyona demokratîk dikare pêk were. Entegrasyonek wê li ser bingeha demokratîkbûnê pêk were. Aliyê demokratîk ê entegrasyonê bi dîtina hemû nasnameyên cuda bi rengê wekhev û azad dikare bi cih bê.

Rêveberiya Xweser bi mehan e ji bo entegrasyona demokratîk hem bi hikûmeta Şamê re hevdîtinan dike hem jî di vê mijarê de têkoşîneke civakî dimeşîne. Lê belê demên dawî tê dîtin ku di mijara entegrasyona demokratîk de pirsgirêk rû didin. Li şûna ku perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelekî li derveyî nîqaş be, tê xwestin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bê astegnkirin ku 14 sal in li Rojava û herêmên Kurd lê ne tê dayîn. Hewl tê dayîn ku perwerdeya bi Kurdî bi rengekî cidî bê bisînorkirin. Ev êrişa li ser perwerdeya ku 14 sal in tê kirin radixe pêş çavan ku hikûmeta Şamê ya demkî naxwaze hebûna Kurdan bi rengekî rasteqîn nas bike. Bi vî rengî versiyona olperest a neteweperestiya Baasê tê ferzkirin.

Gelê me û ciwan bi rojan e li dijî vê yekê li ser piyan e. Nîşan dan ku wê xwedî li perwerdeya bi zimanê dayikê derkevin. Ev hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd wê bike ku perwerdeya bi zimanê dayikê dewam bike. Gel û xwendekar dibêjin; perwerdeya bi zimanê dayikê xeta me ya sor e. Gotina ‘Di dema Baasê de qet nedihate hînkirin’ tenê demagojî ye. Eger mijar bi rejîma Baasê re bide ber hev, ev yek wê ji destpêkê ve bê wateya afirandina zemîna sînordarkirina jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd. Gelê me nîşan da ku wê lîstikên bi vî rengî qebûl neke.

Entegrasyona demokratîk beriya her tiştî bi qebûlkirina demokrasiya xwecihî, bi qebûlkirina îradeya xwecihî dibe. Bûyerên dawî yên li Kobanê raxist pêş çavan ku hikûmeta Şamê ya demkî îradeya xwecihî red dike. Ji bo pirsgirêkên ku li qada xwecihî bêne çareserkirin, şandina hêzekê ji Şam û Helebê tê wateya dewamkirina çanda rêveberiyê ya desthilatdariya Baasê.

Ev nêzîkatiya hikûmeta Şamê ya demkî ne tenê li Rojava û Sûriyeyê li çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê bû sedema nerazîbûna Kurdan. DEM Partiyê destwerdana li Kobanê weke provokasyonek li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk nirxand. Kêmbûna nifûsa Kurdan a li Rojava û Sûriyeyê li gorî parçeyên din ên Kurdistanê nayê wê wateyê ku bêxwedî ne û wê vê êrişê qebûl bikin.

Kurdên li Rojava û Sûriyeyê ew Kurd in ku şoreşa demokratîk kirin. Vê şoreşê hişmendî, îrade û rêxistiniye daye wan. Gelê me vê hêza xwe dikare bi çalakiyên demokratîk nîşan bide û her cûre êrişan bişikîne. Demokratîkbûn û mafên demokratîk ên bingehîn bi bendemayinê ne dikarin bêne parastin ne jî dikarin bêne bidestxistin! Lewma gelê me dikare mafên xwe yên demokratîk di nava rewatiyê de bi kar bîne. Helwesta gel û xwendekaran a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê mînakeke girîng a bikaranîna mafên demokratîk e. Ji bo têkoşîna demokratîk xurt û domdar bê hiştin, gelekî girîng e ku rêxistiniya civaka demokratîk bê berfirehkirin û kûrkirin.

Hikûmeta Şamê ya demkî divê xwe ji wan helwest, nêzîkatî û destwerdanan vegire ku zerarê bide wan. Divê hêza Kurdan ji bo demokratîkbûn û aramiya Sûriyeyê bi kar bîne. Dewleta Sûriyeyê dema ku jiyana demokratîk û azad a hemû nasname û baweriyan nas kir, hingî dikare aram û xurt bibe.”

Etîket: entegrasyonHikûmeta Demkî ya ŞamêKCK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

26 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

13 TEBAX 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

3 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne