Bi pêşengiya Komeleya 78an a Êlihê bi boneya salvegera 46emîn a derbeya 12ê Îlonê li pêşiya Parka Yilmaz Guney daxuyaniyanî dan û di daxuyaniyê de gotin, rêya hesabpirsîna ji derbeyan di demokrasiyê. azadiyê û edaletê re derbas dibe.
Komeleya 78an, têkildarê salvegera 46êmîn a darbeya 12ê Îlonê li Parka Yilmaz Guney a Êlihê daxuyanî da. Endam û nûnerên komeleyê, Egîtîm Sen û gelek saziyên sivîl ên civakî yên bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliye Berdevkê Komeleya 78an a Êlihê Abdûrrahman Onat ve hate xwendin.
‘Jiyana nifşekî hate tarîkirin’
Abdûrrahman Onat di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku derbeya 12ê Îlonê wekî deqeke reş ket dîroka demokrasiya welat û got ku li dijî îradeya gel hat kirin û wiha got: “Di ser de 46 sal derbas bûn. 12ê Îlonê ne tenê derbeyeke leşkerî bû, ew polîtîkayeke bi rêkûpêk a zext û tirsandinê ya li dijî daxwazên azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê hatibû organîzekirin bû. Bi tankan meclis hat bêdengkirin, siyaset hat qedexekirin, sendika û rêxistinên demokratîk hatin girtin. Bi hezaran kes hatin binçavkirin û di îşkenceyan re hatin derbas kirin. Sêdar hatin çêkirin, mirov hatin mişextkirin û gelek windahî çêbûn. Jiyana nifşekî hat tarîkirin. Lê 12ê Îlonê nikaribû îradeya azadî û demokrasiyê ya gelan teslîm bigire. Em wekî Komeleya 78an, wekî şahidên wê serdema tarî û wekî hilgirên têkoşîna demokrasiyê, îro jî bi heman biryarê dibêjin; ‘Me 12ê Îlonê ji bîr nekir, em ê nedin bîrkirin”
‘Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e’
Onat di berdewama axaftina xwe de bi li lêv kir ku li pêşiya vî welatê derfeteke girîng ê pêvajoya aştiyê heye û wiha pê de çû: “Derfeta aştî û çareseriya demokratîk ku civak bi salan e hesreta wê dikişine. Divê ev derfet nebe qurbana hesabên siyasî û berjewendiyên rojane. Lê em binî xêz dikin; aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Aştiya domdar bi mîsogerkirina azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê pêkan e. Ji ber vê yekê, divê pêvajoya aştiyê ya heyî veguhere pêvajoyeke berfireh a demokratîkbûnê. Pirsgirêka Kurd ne bi redkirin, polîtîkayên ewlehiyê û rêbazên zextê be. Divê li ser bingeha welatiya wekhev, bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Nasnameya bi zimanê dayikê û mafên çandî yên gelê Kurd divê mîsogeriyê bibin. Nîzameke hiqûqî ya demokratîk ku herkes bikaribe bi nasnameya xwe bi azadî bijî divê bê avakirin.”
‘Em ê ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin’
Onat destnîşan kir ku êdî pêdiviya vî welatî ne bi derbeyên nû, qedexeyên nû û pevçûnên nû ye û got ku pêdivî bi aştiyeke mayînde heye û wiha bi dawî kir: “Pêdivî bi aştî, demokrasiyê, azadî û edaletê heye. Em wekî Komeleya 78an careke din dibêjin; ‘Li dijî şer em ê li cem aştiyê, li dijî zextê li cem azadiyê, li dijî redkirinê li cem wekheviyê, li dijî darbeyê li cem demokrasiyê û li dijî yekperestiyê em li cem piralîparêziyê bin.’ Me 12ê Îlonê ji bîr nekir. Me qurbaniyên 12ê Îlonê, yên ku di îşkenceyan de li ber xwe dane û bedel dan ji bîr nekiriye. Em ê ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin. Û em dizanin ku rêya hesabpirsîna ji derbeyan di demokrasiyê re, rêya aştiya domdar di wekheviyê re û rêya azadiyê di edaletê re derbas dibe.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

















