• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

    Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

    Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

    Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

    Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

Amed / AW

12 ÎLON 2026 - 18:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Komeleya 78an û TÛHAY-DER ên Amedê ji bo salvegera 46emîn a darbeya 12 îlonê li pêşiya Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê kom bûm û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Zindana Amedê bibe bîra mirovahiyê.

Di 12ê Îlona 1980an de ji hêla Kenan Evren ve darbeya leşkerî pêk hat. Di darbeyê de zext herî zêde li ser girtiyên girtîgeha Amedê hat kirin. Di navbera salên 1981 û 1984an de 30 girtî bi sedemê cuda jiyana xwe ji dest dan. Li Amedê bi pêşengiya Komaleya 78an û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê bi tevlîbûna Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Amedê (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û gelek kesan li ber Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li hember tarîtiya 12ê Îlonê, Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin” hat vekirin û dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê wê zextan têk bibe” hat berzkirin.

û bal kişand ser zext û zordariya darbeya 12ê Îlonê.  û daxuyaniya bi Kurmancî ji aliyê Rêveberê Komeleya 78an Huseyîn Bariş hate xwendin.

‘Aştiya daîmî maf û edaletê derbas dibe’

Beriya daxuyaniyê Halîde Turkoglu axivî. Halîde Turkoglu anî ziman ku îro ew di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne û got: “Em behsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Birêz Ocalan daye destpêkirin dikin. Wê demê divê hin jiberbûn biguherin. Bi taybetî divê em dijî hemû encamên ku derbeya 12ê Îlonê derxistine holê têbikoşin; wan hemû saziyên zextker, saziyên înkarkar û yên ku dema yekparêziyê ava dikirin her cûre êşkenceyê wek tiştekî normal nîşan didan. Eger em li vê welatî dixwazin aştiyê bikin tiştekî daîmî -ku ev berpirsiyariya me hemûyan e. Em ew kes in ku dixwazin biryarê bidin ku em ê çawa bipeyivin, em ê xwe çawa îfade bikin, em ê çawa çand, ziman û baweriya xwe bijîn. Ji ber vê yekê hewcedariya me bi rêxistinbûna azad û azadiya îfadeyê heye. Li vî welatî aştiya daîmî tam jî bingeha xwe ya ku em jê re dibêjin demokratîkbûnê digire. Aştiya daîmî, ji devjêberdana hişmendiya derbeyê derbas dibe. Aştiya daîmî, ji dîtina têkoşîna her cûre maf û edaletê derbas dibe. Ez dibêjim aştiya daîmî ji rûbirûbûnê derbas dibe.”

‘Em berxwedêrên ku di ber xwe dane bi rêzdarî bibîr tînin’

Piştre Huseyîn Bariş daxuyanî xwend. Bariş destnîşan kir ku di ser derbeya leşkerî ya 1980 re 46 sal derbas bûn û anî ziman ku lê hîn jî derbekaran hesab nedane û rayedarên dewletê bi van sûcên ku li hemberî gelê Kurd û gelên din pêk anîne re hevrû nebûne  û got: “ Em, îro li ber Zindana Amedê, ku bi navê Zindana bi hejmara 5an tê zanîn hatine cem hev. Di vê Zindanê de, li ser  girtiyên azadiyê bi salan işkenceyên giran hatin meşandin. Bi sedan şoreşger di encama îşkenceyên giran de hatin kuştin. Lê belê, li hemberî zext û pêkûtiyên ku li ser wan dihatin meşendin serî netewandin. Em, di kesayetiya heval û hevrêyên xwe yên pêşeng, berxwedêr û şehid de, tevahiya şoreşger û berxwedêrên ku di ber xwe dane, xwedî li çand ziman, nasname û nirxên xwe yên neteweyî derketine bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.”

‘Ji bo 517 kesan cezayê darvekirinê hat dayîn’

Bariş diyarkir ku ew ê hevalên xwe yên ku li vê zindanê ji bo nirxên mirovahiyê di ber xwe dane, jibîr nekin û nedin jibîrkirin û ev tişt gotin: “ Di salvegera 46emîn a derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de, em kesên ku me şahidî ji pêkanînên hovane yên Zindana Amedê re kiriye, bangewaziya me ew e ku, bila Zindana Amedê bibe bîra mirovahiyê, ku careke din mirovahî van sepanên ku li dijî gel û civakê pêk hatine nejî û nebîne. Ew Koma faşistan a ku derbeya 12ê İlonê pêk anî, bi sed hezaran mirov binçav kirin, girtin û di îşkenceyên dermirovî re derbas kirin. Tevahiya welat, bi taybetî kurdistan veguherandin girtîgeha servekirî. Di pêvajoya derbeya leşkerî ya 12 İlonê de; 650 hezar kes hatin binçavkirin,  Milyon û 683 hezar kes bi sûcên cûr bi cûr hatin sûcdarkirin, 230 hezar kes bi hincetên pûç û vala hatin darizandin. Ji bo sedan mirovan, bi sedan sal ceza hatin birîn. Di pêvajoya 12ê İlona 1980 derbeya leskerî de, ji bo 517 kesan cezayê îdamê hat dayîn. Ji kesên ku cezayê Îdamê li wan hat birîn, 50 kes hatin darvekirin. Mafê girtina pasaportê ya 388 hezar kesan ji destê wan hat girtin. 30 hezar kes weke kesên bi guman hatin dîtin û ji kar hatin avêtin. 14 hezar kes ji mafê welatîbûnê bêpar hatin hiştin û ji neçarî weke penaber koçê derveyî welat kirin.300 kes bi awayekî bi guman hatin kuştin.Mirina 171 kesan a bi îşkenceyê bi belgeyan hat tespîtkirin.”

‘Dilê me şewitiye, bila dilê dayîk û bavên din neşewite’

Huseyîn Bariş axaftina xwe de bal kişand li ser darbekarên 12ê Îlonê pêkanînên îşkence û tunekirina mirovan û wiha bi lêv kir: “bi gotina; ‘Em bi darve nekin xwedî bikin’ Li xwe mikur dihatin. Heta ew kujerên faşîst, ên ku berê tanq û topan dan gel, bi rêbazên leşkerî li ser civakê terora dewletê meşandin neyên darizandin û dewlet bi van sûcên xwe re hevrû nebe, dê avakirina siberojeke azad û aram pêkan nebe. Ji bo ku careke din  derbeyên eskerî neyên jiyîn, gel û civak bi van pêkanînên dermirovî re rû bi rû nemînin, ji bo siberojeke azad, aram û bi ewle, bila derbekarên 12 İlonê bên darizandin û dewlet bi sûcên ku li hemberî gel û civake pêk aniye re hevrû bibe. Ji pêkhatina derbeya 12ê Îlonê heta vê demê 46 sal derbas bûn. Em baş dizanin ku, ev qanûnên derbeyê sedema bingehîn a pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakî ne. Sedema şerê ku bi dehan salan e li welatê me berdewam e, ev zagonên derbeyê yên înkarê ne. Di encama vî şerî de bi dehezaran ciwanên me şehîd bûne.Dayîk, bav û malbat bi serbilindî li pişt wêneyê zarokên xwe yên leheng ên ku di demên dawî de şehîd bûne disekinin û dibêjin, dilê me şewitiye, bila dilê dayîk û bavên din neşewite.”

‘Em bejna xwe li ber bîranên şehîdên doza azadiyê ditewînin’

Huseyîn Bariş da zanîn ku em di kesayetiya van şehîdên xwe yên dawî yên ku şehadeta wan hatiyê ragihandin de hemû şehîdên doza azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin û wiha bi dawî kir: “Ev nêzî du salan e ku, bi hewldana rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin û gihîştiye qonaxeke girîng.  Ji bo çareseriya pirsgirêkan, pêwistî bi komara demokratîk heye. Ji bo Komara demokratîk jî, pêdivî bi makezagoneke demokratîk heye. Lewma jî, divê rayedarên dewletê demek berî ya din dev ji polîtîkayên ku pêvajoyê asteng dikin berdin, vegerin rê û rêbazên çareseriyê, birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe, ji bo wî şert û mercên muzakereyê bên afirandin, ku karibe rol û rista xwe ya sermuzakerevaniyê bilîze. Heta ku zagonên derbeyê ji meriyetê derkevin, derbekar bên darizandin û hesab bidin, dê têkoşîna me ya hevpar û hevgirtî ya jiyana azad û siberoja bi ewle berdewam be.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

12 ÎLON 2026
Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

12 ÎLON 2026
Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

12 ÎLON 2026
Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

12 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

12 ÎLON 2026
Otomatik taslak

Konferansa Veguherîna Demokratîk: Ji nirxê jiyanê girîngtir çi heye?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Remzî Azîzoglu: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne