• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şerê Husî û Erebistana Siûdî: Piştî Hurmizê Bab el Mendeb jî bû qada şer

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 13:07
Kategorî: CÎHAN
A A
Husiyan ku bi operasyonek berfireh bajarên li perava Deryaya Sor û gelek girav girtin bin kontrola xwe, li dijî Hikûmeta Yememê û Erebistana Siûdî avantajek mezin bi dest xist. Îran ku wekî mîmarê vê operasyonê tê nirxandin jî piştî Tengava Hurmizê, Tengava Bab el Bendebê jî vegeran qada şer û li hemberî DYA û Îsraîlê avantajeke mezin bi dest xist û gefa li ser aboriya cîhanê derxist asteke nû.

Pêşketinên leşkerî û stratejîk ên li Başûrê Deryaya Sor û Herêma Kendavê, krîza li Yemenê veguhast asteke nû. Piştî hêzên Tevgera Ensarullah (Hûsî) bajarê stratejîk El-Mûha, Tengava Bab el-Mendeb û giravên li derdorê xistin bin kontrola xwe, şaneyên li Iraqê jî bi balafirên bêmirov (ÎHA) stasyonên boriya neftê yên Erebistana Siûdî hedef girtin. Ev geşedan rasterast ewlehiya deryageriya cîhanî û xeta enerjiyê dixe metirsiyê.

Husiyan bajarê stratejîk bi dest xistin

Di çarçoveya pêngava leşkerî ya nû de, hêzên Hûsiyan berê xwe dan berava rojavayê Yemenê. Hûsiyan piştî êrişên dijwar bajarê stratejîk El-Mûha û bendergeha wê ya girîng bi temamî zeftkirin. Vê pêngavê nexşeya leşkerî ya li berava rojava serûbin kir û hêzên hikûmetê neçar man ku ber bi başûrê bajar ve vekişin.

Kontrolkirina Zubabê û ketina nav giravên stratejîk

Piştî Mûhayê, Hûsiyan bêyî rawestan operasyona xwe berfireh kirin û gihîştin navçeya Zubabê ku li nêzîk Tengava Bab el-Mendebê ye. Yekîneyên Hûsî piştî vekişîna hêzên deryayî, bêyî ku bi berxwedaneke mezin rûbirû bibin ketin Girava Meyyûn ku li navenda tengavê ye. Di heman demê de kontrola Giravên Hanîş û Zukar ên li Deryaya Sor jî ket destê Hûsiyan. Bi van gavan re, Hûsî gihîştin wê xalê ku dikarin bi fuzeyên xwe yên menzîlkurt jî seyrûsefera keştiyan a li tengavê bixitimînin.

Êrişa li ser boriya neftê ya Erebistana Siûdî û hevkariya Iraqê

Hevdemî pêşketinên li Yemenê, xeta boriya neftê ya Rojhilat-Rojava ya li herêmên Riyad û Medîneyê yên Erebistana Siûdî bi rêya gelek balafirên bêmirov (ÎHA) hedef hate girtin. Di encama vê êrişê de zirarên madî û birîndar çêbûn. Piştî lêpirsînan derket holê ku ev ÎHA ji hundirê axa Iraqê hatine rakirin. Li ser vê yekê hikûmeta Iraqê Fermandarê Operasyonên Meysanê ji peywirê girt.

Neteweyên Yekbûyî bi lezginî kom bû: Şereke herêmî bûye rastiyek

Li ser banga dewletên herêmê û rojavayî, Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi civîneke lezgîn civiya. Di civînê de DYA, Îngilistan û Fransayê piştgiriya xwe ji bo ewlehiya deryageriyê ragihandin. Nûnerê Taybet ê NYyê ji bo Yemenê, Hans Grundberg hişyariyeke tund da û diyar kir ku metirsiya derketina şerekî giştî û herêmî êdî bûye rastiyeke ku nayê redkirin.

Di heman demê de, welatên mîna Qetar, Bahreyn, Urdin û rêxistinên wekî KÎK û Rabîta, êrişa li ser binesaziya neftê ya Siûdiyê bi tundî şermezar kirin û daxuyandin ku ew piştgiriyê didin her gavên ku Riyad ji bo parastina ewlehiya xwe biavêje.

Siûdî bombebaran dikin, Husî pêş dikevin

Balafirên şer ji bo sekinandina pêşveçûna Hûsiyan bênavber bombebaranê didomînin. Ji aliyê din ve hêzên Hûsî ber bi rojhilat (Al Arah) ve pêşve diçin. Her çend hatiye îdîakirin ku Erebistana Siûdî rasterast nakeve nav pevçûnên bejahî jî, fikarên ku ev krîz veguhere rûbirûbûneke herêmî û rê li ber avakirina baregehên leşkerî yên hêzên biyanî (wekî İsraîlê li Somalîlandê) veke, her ku diçe zêdetir dibin.

‘Mîmarê operasyonê Îran e’

Li gorî pisporên ewlehiyê rola Îranê di vê aloziyê de ne tenê wekî piştgirekê leşkerî û darayî ye. Pispor destnîşan dikin ku Îran wekî endezyarê sereke yê planeke piralî û stratejîk a şer e. Li gorî nirxandinên pisporan Tehran bi rêya veguhastina çekên pêşketî, teknolojiya dron û fuzeyan Hûsiyan dike amûrekî hêzê.

Îran dixwaze du tengavan kontrol bike

Çavkaniyên pispor destnîşan dikin ku Îran bi rêya Husiyan hewl dide du tengavên ji bo bazirganiya cîhanê stratejîk kontrol bike û ji vir sûd werbigire. Pispor dibêjin ku bi vê operasyona Husiyan Îran hewl dide ku hem Tengava Hurmizê û hem jî Bab el-Mendebê bixe bin kontrola xwe ya nerasterast. Bi vî awayî, Îran hem li dijî Erebistana Siûdî û hevalbendên wê yên Kendavê, hem jî li dijî DYA û Îsraîlê avantajeke mezin bi dest dixe.

Etîket: Bab el-MendebDeryaya SorErebistana SiûdîHûsîYemen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî Balafirgeha Riyadê êriş: 12 kes mirin, 309 kes birîndar bûn

Li dijî Balafirgeha Riyadê êriş: 12 kes mirin, 309 kes birîndar bûn

11 COTMEH 2026
Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

4 COTMEH 2026
Hûsî: Me balafireke şer a Erebistana Siûdî anî xwarê

Hûsî: Me balafireke şer a Erebistana Siûdî anî xwarê

16 ÎLON 2026
Şerê Husî û Erebîstana Siûdî: Hûsî Moheyê bi dest xistin

Şerê Husî û Erebîstana Siûdî: Hûsî Moheyê bi dest xistin

11 ÎLON 2026
Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

31 TEBAX 2026
Li peravên Erebistana Siûdî keştiyek hate hedefgirtin

Li peravên Erebistana Siûdî keştiyek hate hedefgirtin

24 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne