Bîranîna Şehîdên Tevgera Azadiyê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Enqereyê di roja 2emîn de berdewam dike. Bîranîn piştî xwendina Mewlîd û axaftinan dê bi dawî bibe.
Bernameya bîranînê ya ji aliyê Saziya Platforma Demokratîk ve ji bo endamên Tevgera Azadiyê yên li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê tê lidarxistin di roja 2an de berdewam dike. Di eywana bîranînê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên canê xwe ji dest dane li ser flamayên kesk, sor û zer hatin danîn. Her wiha pankarta li ser, “Şehîd Rumeta me ne” dinivisî hat daliqandin.
Di bîranînê de mewlîd dê be xwendin û piştî xwendina Mewlîde sînevîzyona qala jiyan û têkoşîna Gerîlayên Şehîd bûnê dike dê were nîşandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê bîranîn dê di seat 14:00an de bi dawî bibe.













