Alîgirên Amedsporê yên di demên herî zehmet de jî dest ji piştriya tîma xwe bernedane mixabin di şikandina kursiyên stadyumê de asta herî jor de ne. Amedspor a derketiye Lîgê Superê li aliyekê cihêkarî û êrişên nijadperest re li ber xwe dide lialiyê din cezayên ji ber zirara alîgir didin stadyumê radizîne.
Amedspor piştî derket Lîga Superê ji ber geşedanên di maç û piştî maçan qewimin, heya niha ku di 4 maçên lîgê de 3 caran sewqî PFDKyê hat kirin. Piştî serkeftina 2-1 a maça Trabzonê hat girtin, hat diyarkirin ku di Stadyuma Amedê de 340 kursî hatine şikandin. PFDK ji ber vê yekê ceza li Amedsporê birî.
Piştî maça Amedspor û Trabzonsporê ku êvara duşemê 31ê Tebaxê di Stadyuma Amedê de hat lîstin, mesrefa kursiyên ku alîgirên kesk û sor şikandibûn diyar bû. Tîmên Gerînendetiya Ciwan û Werzîşê ya Parêzgeha Amedê ku di stadyumê de lêkolîn kirin, tespît kirin ku bi taybetî li pişta kelehê ya Başûr nêzî 340 kursî hatine şikandin. Hat diyar kirin ku mesrefa giştî ya kursiyên hatine şikandin nêzî 700 hezar lîre ye.

Di maça Amadspor û Erzurumsporê ya hefteya yekem a lîgê de jî 350 kursî hatibûn şikandin. Mesrefa kursiyên hatine şikandin jî 700 hezar girtin. Di hefteya yekem a Lîga Super de ji aliyê PFDKê ve 710 hezar TL, di maça Trabzonsporê de jî 280 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê birî. Di maça Kocaeliyê de jî 280 hezar TL cezayê pereyan dan klubê.
Amedspora ji di 4 hefteyên yekem ên Lîga Super de bi 2 serkeftin, têkçûnek û wekheviyekê, 7 puan civandin û ket rêza 5emîn. Amedspor a gelek caran rastî cihêkariyê û cezayên neheq hatiye niha jî ji ber kursiyên alîgirên xwe dişkêne cezayên pereyan radizîne.














