Siyasetmedarê Kurd Mehdi Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mehdî Zana dê sibê li Goristana Yenîkoyê were defnkirin.
Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAHê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û li beşa lênêrîna lezgîn dihat demankirin. Hate hînbûn ku Mehdi Zana jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Mehdî Zana dê saet di 11:00an de li ber avahiya xizmetê ya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenaze bê lidarxistin. P8ştî merasîmê cenazeyê dê saet di 13:00an de bibin Mizgefta Mezin. Cenazeyê Zanapiştî wecîbeyên olî ji wê bibin Goristana Yenîkoyê û li wi bê definkirin.
Sersaxî dê li Mala Şînê ya Licêyiyan were qebûlkirin.













