Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û ji bo avakirina aşitiyeke mayinde banga tevlibûna meşa 1ê Îlonê kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, ji bo 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek nûnerên sendîka, rêxistinên civaka sivîl û kedkar beşdarî civînê bûn.
Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê Şaxê SESê yê Rihayê Ferhat Demîr ve hat xwendin.
‘Ji bo çareseriya demokratîk derfetek dîrokî ye’
Ferhat Demîr di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya diyalog û çareseriya demokratîk û wiha got: “Ji bo bidawîbûna pevçûn û rageşiyê ku bi salan e berdewam dike û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane, derfeteke nû derketiye holê. Bangawaziya Birêz Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de ku bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’, ji bo aşitiyê gaveke girîng û dîrokî ye. Pêvajoya piştî wê pêş ketî nîşan da ku li şûna pevçûnê siyaset û diyalog dikare bibe esas. Niha tişta ku hewcedarî pê heye, avêtina gavên demokratîk û hiqûqî ne ku ev pêvajo veguhere aşitiyeke mayînde.”
Ferhat Demîr di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e û ev tişt anî ziman: “Aşitiya mayînde; bi misogerkirina welatiya wekhev, demokrasî, edalet, azadî, mafên mirovan û rehetiya civakî pêkan e.”
Banga meşa 1ê Îlonê
Her wiha Ferhat Demîr bang li jin, ciwan, hemû gel û parêzvanên aşitiyê kir ku li qadan dengê aşitiyê bilind bikin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Em ê 1ê Îlonê roja Sêşemê saet di 17.30an de li Parka Alî Şellî kombin û ber bi Qada Topçuyê meş lidar bixin. Piştî meşê li Qada Topçuyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.”













