* Gelê Amedê bang li rayedarên dewletê kir ku ji bo pêşxistina pêvajoyê bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: “Pevajo pir giring e, divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.”
* Malbatên şehîdên Wanî ku behsa têkoşîn û çîroka zarokên xwe kirin, diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe serbilind û serfiraz in û wiha gotin: “Daxwaza me ya sereke ew e ku bila êdî tu kes negirî, hêsir ji çavên tu dayikan nerije û aştiyeke mayînde li ser vê axê ava bibe.”
* Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe. Esnafên ku li hala Êlihê bi firotana fêkî û sebze re mijûl dibin anîn ziman ku rewşa aboriyê her roja diçe bandoreke neyînî û girantir li ser wan dike.
* Şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeya Artemêtan a Wanê hatiye danîn, dê di roja sêyemîn de wê bi xwendina mewlûd û bernameya bîranînê bi dawî bibe. (09:00 -17:00)
* Şîna şehîdên Tevgera Azadiyê ku bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeya Geverê hatiye danîn, dê di roja duyemîn de bidome. (09:00-17:00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê dê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Cizîrê şîn bê danîn. (09:00-18:00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê dê li navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê şîn bê danîn. (12:00-17:00)
* Dê bi pêşengiya MEBYA-DERê serdana şîna şehîd Mahmût Akgul (Şervan) ku li mala şînê ya Ençê ya li navçeya Rezanê ya Amedê hatiye danîn, were kirin. (11:00)
* Karkerên madenê ye girêdayî Sendîkaya Karên Madenê ya Xweser ji bo destheqê xwe bigrin li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî dê çalakiya xwe di roja 17an de bidomînin. (09:00)
* DEM Partî dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Semta Okmeydanî ya Stenbolê civîna gel li dar bixe. (19:00)
Kirmanckî
* Dewa Gaşîrêzî ya ke girêdayeyê qezaya Darahênîye ya de awa verî seba ke dinamo xerepîyo aşmê ro ke çin a. Qeymeqam meseleya awe çareser nêkeno û vano, “Dewlete seba viraştene pere (odenek) nêdana, şima xo rê awa xo virazîne.”











