• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Şirnexê li dijî komployê meşiya

Navenda Nûçeyan /AW

15 SIBAT 2025 - 16:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Gelê Şirnexê tevî rêxistinên DEM Partî, DBP û TJAyê li Şirnexê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşa girseyî li dar xist.

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê ji kolana sûkê ya Şirnexê heta Qada Omer Kabak meş li dar xist. Girseya ku pankarta li ser, “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” dinivisî hilgirt û bênavber heta Qada Omer Kabak dirûşmeyên, “Bimre komployê 15ê Sibatê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyanê” berz kirin.

‘Xwedîderketina vê îradeyê berpirsyarî û peywireke dîrokî ye’

Hevserokê DEM Parti ya navçeya navendî Selahattin Barinc li vir daxuyanî da û wiha got: “Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî hatiye girtin bi pêşxistina paradîgmaya nû armanca komployê ya dewletên navneteweyî vala derxistiye. “Birêz Ocalan bi nexşerê û îradeya xwe ya çareseriyê ve ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina vê îradeyê jî berpirsyarî û peywireke dîrokî ye. Divê ev peywir bibe rojeva esasî ya siyaset û civakê. Di heman demê de di serî de gele kurd û gelên azadî û demokrasîxwaz em bang li tevahiya gelan dikin; hêzên komploger 26 sal beriya niha roja 15ê Sibatê ji gelan re kirin ’Roja Reş’ Lê, divê ev taritî êdî parçe bibe. Divê roj bibe roja azadiyê. Werin em bi hev re li hemû kolan û qadan azadiya Birêz Ocalan bînin ziman. Divê di 26mîn salvegera wê de roja 15ê Sibatê di şexsê Birêz Ocalan de bibe Roja azadiyê.”

‘Heta azadiyê têkoşîna me wê bidome’

Piştî daxuyaniyê parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku komplo bi binpêkirina hiqûqên navneteweyî pêkhatiyê û ev tişt gotin: “Hêzên ku komployê de cih girtinê îro jî di şerê Rojhilata Navîn de bi hişmendiya komployê tevdigerin. Li wê deme çawa ku di şexse birêz Ocalan de nenaskirina gelê kurd hebû niha jî heman nenaskirin berdewam dike. Şoreşa Rojava li dijî komployê bersiva heri mezin e. Cihe ku Komlo pek hatiyê û xwestin kurdan bi fetisinin cihe îro pergala netewa demokratîk bi felsefeya birêz Ocalan hatiyê rûnistandin. Hêzên komploger ne li Sûriye û ne jî li Gireva Îmraliyê bi serneketin. Birêz Ocalan bi helwesta xwe komplo vala derxist. Gelê ku digot hûn nikarin roja me tarî bikin dîsa li ber xwe didin. Yên ku winda kirinê hêzên komploger in. Tecrid û êriş berdewam dike. Lê têkoşîna me jî didome. Ew nîqaşên meha dawî jî nîşana vê berxwedanê ye. Em dixwazin ew hevdîtin ne li ser hişmendiya komployê, li ser nirxên mirovî pêşbikeve. Guh û dilê me li Îmraliyê ye. Em di daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û gelê kurd de bi israrin. Heta azadiyê têkoşîna me dê bidome.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanBirêz OcalanNewroz Uysal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne