Amed – Pisporê Xizmeta Civakî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Lokman Amaç bal kişand ser metirsiya mezin a madeyên hişbir û destnîşan kir ku tenê bi rêbazên ferdî çareserî pêk nayê û li dijî tiryakê banga têkoşîneke kollektîf û xwedîderketina li ciwanan kir.
Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Amedê, bikaranîna madeyên hişbir di asta jor û sînorê xeteriyê de ye. Saziyên fermî yên dewletê daneyên rast ji raya giştî re parve nakin, lê lêkolînên qadê nîşan didin ku temenê bikaranînê gihîştiye sînorên krîtîk.
Pisporê Xizmeta Civakî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Lokman Amaç têkildarî vê tabloya giran ji ajansa me re axivî û encamên lêkolînên qadê û xebatên li dijî hişbirê parve kir.
‘Zarok û ciwanên li kuçeyan bi xeteriyê re rû bi rû ne’
Lokman Amaç bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Navenda Lêkolînên Sehayê (SAMER) li navçeyên Farqîn, Rezan û Erxeniyê lêkolîneke berfireh pêk aniye û bal kişand ser nebûna şefafiyetê ya saziyên fermî û wiha axivî: “Îstatîstîk ji aliyê saziyên fermî ve bi gel re nayên parvekirin. Lê belê lêkolînên qadê yên li Farqîn, Rezan û Erxeniyê rewşa rasteqîn a Amedê datînin holê. Zarok di navbera 12 û 18 saliyê de ji ber meraqê yan ceribandinê di temenê biçûk de li kuçeyan fêrî tiryakê dibin. Kesek serê sibê bi hişyariyek wisa ranabe ku bêje ez ê herim bixebitim an bibe bengî, şert û mercên kuçeyê, bêderfetî û valahî rê li ber vê vedike.”
Lokman Amaç da zanîn ku pirsgirêk tenê bi zarokan re sînordar nemaye kesên temenmezin, jin, mêr û heta extiyarên piştî 50-60 saliyê jî îro bi vê belayê re rû bi rû ne û hewcedarê piştgiriyê ne.
‘Krîzên li pey hev civakê tengav dikin û zarokan ji dest derdixin’
Lokman Amaç bal kişand ser bandora krîzên civakî, aborî û derûnî yên li herêmê û wiha behsa serdemên zarokan ber bi kuçeyan ve dikişîne vegot: “Li Amedê krîz li ser krîzan çêbûn. Ji pêvajoya Sûrê bigirin heta pandemiyê û di dawiyê de karesata erdheja 2023yan van bûyeran hemûyan mirovan ji aliyê derûnî ve xist nav tengasiyê. Ji aliyê din ve krîza aborî nahêle malbat debara xwe bikin. Zarok zû ji perwerdeyê diqetin, dikevin xebatê û li derve bê parastin dimînin. Lêkolîn nîşan didin ku zarok çiqas zû ji perwerdeyê dûr bikevin, metirsiya ketina nav tiryakê ew qas zêde dibe. Eger ciwanek li dibistanê be yan alternatîfek wî hebe, berê xwe nade kuçeyan.”
‘Zarokan zûtir madeyê nas dikin û meyla wan zêdetir dibe’
Lokman Amaç destnîşan kir ku ji bo bengîtiyê tenê sedemek nîne; sedemên genetîk, derûnî û çandî bi hev ve girêdayî ne û wiha berdewam kir: “Di malbatên ku made tên bikaranîn de genên zarokan zûtir madeyê nas dikin û meyla wan zêdetir dibe. Bi taybetî dayikên ducanî dema madeyan bi kar tînin, zarok bi daxwaza madeyê û bi hesta mehrûmiyê tê dinê. Ji ber wê jî piştî jidayikbûnê dermanên wekî êşbir li pitikan tên barkirin.”
‘Çima kes xwedî li zarokan dernakeve?’
Lokman Amaç bal kişand ser rola perwerdeyê û rexneyên giran li bêdengiya saziyên perwerdeyê girt û axaftina xwe bi vî rengî domad: “Zarok dema ji malê derket perwerde dest pê dike. Ger têkiliya zarok û malbatê baş be, zû tê ferqkirin ku zarokek çima xirab bûye yan çima hefteyê sê rojan naçe dibistanê. Pêwîst e miduriyeta perwedeyê bişopîne, biçe mala zarok bipirse. Qismek herî mezin ê vê berpirsyariyê di stuyê wan de ye, lê mixabin kes xwedî lê dernakeve. Eger li dibistanê pêşî lê bihata girtin, îro em nedihatin vê astê. Di serdema mezinbûnê de her ciwan li nasnameyekê digere, dixwaze xwe bide qebûlkirin. Di wî demî de heger derfetên werzîşê, muzîkê, qadên çand û hunerê li ber destê wan hebin, wê ew meraqa wan biçe ser qadên erênî û xwe pêş bixin. Di vê hewaya germ a havînê de eger ciwan cihekî sohbet û çalakiyê nebînin, li kuçeyan kesên tiryakê bi kar tînin nas dikin. Tu zarok bi xwesteka xwe dest bi bikarnînê nake, ev yek encama kêmasiya fersendan û bêdengiya me mezinan e. Di vê çarçoveyê de bi rêya 15-20 atolyeyên lîstik û werzîşê zarok li hemberî girêdana teknolojî û ekranan tên hişyarkirin û fêrî jiyana saxlem, biryardayînê û gotina ‘Na’ dibin. Li gel vê yekê bi rêya Navendên Piştevaniya Jinan û civînên taxan dayik û bav tên agahdarkirin da ku zû bi rewşa zarokên xwe bihesin.”
‘Ev pirsgirêk ne ya kesekî ye, nexweşiyeke civakî ye’
Her wiha Lokman Amaç di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtina tevahiya civakê kir û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li ciwanan derkeve û wiha dawî li axaftina xwe kir: “Ev pirsgirêk ne ya kesekî tenê ye, nexweşiyeke civakî ye. Eger em bibêjin zarokên xelkê ye em nikarin pêşî lê bigirin. Pêwîst e cîran, pismam, xal, mam û hemû gel xwedî li zarok û ciwanan derkeve. Saziyên sivîl, şaredarî û civak divê dest bidin hev. Eger em derfetên hunerî, werzîşî û perwerdeyê li pêşiya ciwanan zêde bikin, tu zarok nabe qurbaniyên tiryakê.”












