Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Tiryakên Madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta têkoşîna li dijî tiryakê li seranserê bajar xebateke berfireh da destpêkirin. Şaredarî bi rêya ekîbên gerok armanc dike ku li bajar tu mal û malbatên ku bi wan re neketine pêwendiyê, nehêlin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dijî tiryaka madeyan ku pêşeroja civakê dixe xetereyê, modeleke têkoşînê ya piralî pêk tîne. Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Tiryakên Madeyan ku di kanûna 2025an de di bin banê Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî de hat vekirin û ji meha nîsanê ve bi awayekî çalak dest bi qebûlkirina şêwirîneran kir; xebatên arastekirina dermankirinê, piştgiriya psîkososyal, xebatên qadê yên bergirtinê û çalakiya ji bo derxistina hişmendiya civakî di bin banekî de bi rê ve dibe. Şaredariya Bajarê Mezin ku amadekariya vekirina navendeke dermankirina bi razanê ji bo şêwirînerên jin dike, bi rêya ekîbên gerok armanc dike ku li bajar mal bi mal bigerin û pêwendiyan ava bike.
‘Heta îro me zêdetirî hezar û 500 dîtinên seansê pêk anîne’

Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildiz ku derbarê avahiya xebatê û modela xizmetê ya navendê de agahî da, diyar kir ku di nav binyeta navendê de 2 derûnnas, 2 pisporên xizmeta civakî û 2 karmendên piştgiriyê wezîfedar in. Ayyildiz anî ziman ku serlêdanên derbarê tiryakiya teknolojî, alkol û qumarê de jî li gorî derfetan bizavan dikin, lê xebatên wan bi piranî li ser qada tiryaka madeyan têne birêvebirin.
Di berdewama axaftina xwe de Berfîn Ayyildiz da zanîn ku piştî serlêdanê ji aliyê derûnnas û pisporên xizmeta civakî ve hevdîtinên yekem têne kirin û wiha got: “Em diyar dikin ku hewcedariya şêwirîner çi ye û ew sedemên ku wî/wê dikişînin jîngehên xeternak û muptelayê madeyan dike çi ne. Piştre em ji bo her şêwirînerî planeke dermankirinê ya taybet amade dikin. Encamên domdar ên dermankirinên bi darê zorê sînordar in; kesên ku dixwazin werin dermankirin dikarin bi girtina randewuyê yan jî bi serlêdana rasterast ji xizmetan sûd werbigirin. Ji meha nîsanê vir ve 165 serlêdanên me çêbûne. Ev 165 kes tenê hejmarek nîn in; ew welatî yên me ne ku dibêjin ‘Ez dixwazim bêm dermankirin’ an jî ‘Pêwîst e yên nêzîkê min bên dermankirin’. Me rasterast razana 93 kes ji van li AMATEMan pêk anî û piştgiriya pêwîst da wan. Her wiha heta îro me zêdetirîn hezar û 500 dîtinên seansê pêk anîne.”
‘Ya herî girîng ew e zarok tu carî rastî madeyê neyên’

Pisporê Xizmeta Civakî Lokman Amaç ku derbarê xebatên bergirtin û parastinê yên navendê de agahî da, diyar kir ku dermankirina kesên dest bi bikaranîna madeyê kirine krîtîk e, lê armanca esasî ew e ku zarok û ciwan tu carî rastî madeyê neyên û ev tiş gotin: “Ger kesekî dest bi madeyê kiribe berdana wî gelekî girîng e. Lê belê ji vê girîngtir ew e ku kesên hêj rastî wê nehatine, tu carî rastî madeyê neyên. Em di navbera 12 û 15 salî de, bi mebesta biryardana rast, famkirina zirarên înternetê, hilbijartina hevalên rast û fêrbûna serîderîna bi stresê re atolyeyan li dar dixin û ew xebat bi rêya lîstikan têne birêvebirin.”
Lokman Amaç da zanîn ku armanc ew e ku zarok berî biryardayînê bifikirin û binirxînin û bikaribin bibêjin ‘NA’.
Ekîbên gerok dê mal bi mal bigerin

Lokman Amaç diyar kir ku ji bo malbat bikaribin guherînên di zarokan de di qonaxa zû de ferq bikin û piştgiriya profesyonel werbigirin, girÎngiyê didin perwerdehiya dê û bavan û anî ziman ku xebatkarên sahayê yên şaredariyê jî tevî xebatên têkoşîna dijî tiryakê hatine kirin.
Her wiha LokmanAmaç ragihand ku ji bo xebatkarên şaredariyê derbarê nasîna diyardeya madeyê û arastekirina rast a malbatên serlêder de perwerde hatine dayîn û da zanîn ku ekîbên gerok dê di heyama pêş de li seranserê bajar dest bi xebatên qadê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Amedê dê tu maleke ku em dergehê wê neçin nemîne. Em ê bi ekîbên xwe yên gerok dergeh bi dergeh bigerin û ji gelê xwe re rave bikin ka made çi ye û em çawa dikarin rê li ber tiryakbûnê bigirin. Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka kesekî yan malbatekê nîn e, pirsgirêka hemû gel e. Em dixwazin tevahiya civakê tev li vê pêvajoyê bibe.”













