Amed – Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gûlşen Demîrê da zanîn ku parastina cevherî ne tenê bi fizîkî an jî bi çekan tê kirin û wiha axivî: “Xwe parastina cevherî ew e ku em li ziman, çand û zarokên xwe xwedî derkevin û ji bo pêşeroja zarokan hewce ye bi hev re têbikoşin.”
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşma “Li dijî hişbirê, ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” di 6ê Tîrmehê de li Amedê bi daxuyaniyekê pêngava “RABIN!” da destpêkirin û li dijî hişbirê dest bi çalakiyan kir. Di bin banê platformê de gelek sazî û dezgeh û partiyên siyasî yên li Amedê cih digirin û her roj li tax û kolanan çalakiyên runiştinê, meş û daxuyaniyan li dar dixin û nobedan digirin.
Hevberdevka Platfroma Şiyar Be Parêzer Gulşen Demîr derbarê xebatên platformê û rewşa dawî ya çalakiyan axivî.

‘Em dixwazin gel bibe kirde û em bi hevre têbikoşin’
Gulşen Demîrê da zanîn ku ew di destpêka xebatên xwe de, dema diçun li cem malbatên ku zarokên wan bi hişbirê re ru bi ru mane, malbet fedî dikirin ku biaxivin û ev tişt gotin: “Malbatan fedî dikirin û ne digotin lawik an jî keçika min, di vî halî de ye. Lê piştî me hewl da ku em li ser gelê xwe hişmendiyekê ava bikin, bi rastî jî gelek malbatên me hatin cem me û hemû derdên xwe anîn ziman. Ev nêzîkî du meh derbas bûn, me hemleyeke nû da destpêkirin. Me navê hemleya xwe jî kiribû ‘Rabin’ û me got bila gelê me, sazîyên me yên demokratîk, şaredariyên me an jî kesên ku ji bo welatê xwe dilsoz in, hemû rabin li ser piyan û êdî em bi hev re têkoşînek ava bikin. Em diçin li gelek taxan. Di nava vê mehê de me ji dehan zêdetir taxan civînên gel li dar xistin û em ê vê yekê bidomînin. Lê belê nêrîneke bi vê şiklî heye, dema ku em diçin taxan, civînên gel li dar dixin, gelek caran hin malbat ji ber ku hêj li wê taxê kesên ku hişbirê difroşin û pere qezenc dikin hene, carna ditirsin ku gotinên xwe bêjin, fikr û ramanên xwe yan jî rexneyên xwe bînin ziman. Bi rastî jî divê em li ser vê yekê bisekinin. Herî zêde şêniyên li taxan dijîn dizanin bê ka li wan deran çi pirsgirêk heye û em ê çawa karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber wê em dixwazin bi van çalakiyan, gelê me êdî bibe kirde û em bi hevre van xebatan bimeşînin.”
‘Ev xebateke pir piroz e li gorî me’
Gulşen Demîrê da zanîn ku ev pirsgirêka şerê taybet a modernîteya kopîtalîst û ya dewletê ye û wiha pê de çu: “Naxwazin civak û ciwanên me bifikirin, bi rêxistin bibin, têkoşînê bikin û li welatê xwe bimînin. Bi rastî jî bi vê nêzîkatiyê em fêm dikin ku wextê hişbir li welatê ku zêde dibe, gel dixwaze wê derê terk bike here û dev ji welatê xwe berde. Em vê nêzîkatiyê jî qebûl nakin. Divê em haj vê jî hebin û bi vê awayî nêzîk bibin û xebatên xwe berdewam bikin. Piştî deklarasyona hemleya ‘Rabin’ê, me wek herêma pîlot li Amedê çar tax ji bo xwe hilbijartin. Li wan deran em bi alîkariya meclîsa xwe û bi alîkariya hevalên xwe yên ku di wê taxê de dixebitin, derî bi derî li malan geriyan û anket çêkirin û di demeke nêz de em ê van anketan jî bi gelê xwe re parve bikin. Gelek caran me xwest ku em bi zarokan û ciwanan re werin cem hevdu. Bi rastî jî hevalên me yên ku di çandê de dixebitin, hevalên me yên sinemager an jî hevalên me yên muzîkê, hemû tên bi zarokan re, bi ciwanan re wext derbas dikin û çalakiyên cur be cur tên li dar xistin. Ev xebateke pir piroz e li gorî me. Ev yek bala gelê me dikşîne û dibînin ku em bi rastî jî di vê meseleyê de ciddî ne û em dixwazin destê hevdu bigirin û ser bikevin.”
‘Divê êdî jiyaneke demokratîk û aşitiyane were ava kirin’
Di berdewama axaftina xwe de Gulşen Demîrê anî ziman ku gel eleqeyek mezin nîşanî civînên gel dide û ev tişt gotin: “Herî kêm nêzîkî çil kes beşdarî civînan dibe û bi rastî jî wexta ku em tên cem hevdu û bi hevre rû bi rû diaxivin, ciwan, dayîk û hevalên me yên jin û mêr jî di derheqê malbatên xwe û zarokên xwe de diaxivin, di taxên xwe de gelek fikr û ramanên giranbiha bi me re parve dikin. Piştî van civînan em hewl didin li wê taxê çend qahwe jî hebin bi hev re herin wan deran û bi gelê xwe re diaxivin. Em dibêjin kesên ku li wê derê vî karê dikin jî bila dengê me bihesin. Êdî em li virin, em nobedar in. Em ê ji bo gel, zarok, ciwan û ji bo jinan wek rêxistinî, çi ji destê me werê em ê bikin. Em dibînin ku piştî hemleya me li gelek bajaran, gelek taxan gelê me hewl dide ku xwe biparêzin. Em ji vê yekê re dibêjin xweparastina cevherî û ev çalakiyên me ji bo vê ye. Divê êdî jiyaneke demokratîk û aşitiyane were avakirin. Şer ne tenê bi çekan çêdibe bi vî awayî jî şerê taybet li ser gel tê meşandin û pek tê.”
‘Ji bo pêşeroja zarokan hewceye bi hev re têbikoşin’
Herî dawî Gulşen Demîrê bi lêv kir ku ew dixwazin xebatên wan yên li dijî hişbirê neyên sûcdarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mesela li Wanê gelek jin hatine cem hevdu û dibêjin ‘Em ê tax, zarok û ciwanên xwe biparêzin’ an jî li Amedê ciwanan li dijî hişbirê çalakî li dar xistin lê di derheqê wan de lêpirsîn hat vekirin an jî hatin girtin. Em careke din dibêjin, parastina cevherî ne tenê bi fizîkî an jî bi çekan tê destgirtin. Xwe parastina cevherî ew e ku em li ziman, çand û zarokên xwe xwedî derkevin. Em zarokên Kurdistanê an jî zarokên gelên ku li vî welatî dijîn, hemûyan wek zarokên komînê dihesibînin û pêwîst e ji bo pêşeroja wan bi hev re têbikoşin. Li Amedê jî gelek ciwan an jî gelek taxên me yên demokratîk, sazîyên me yên demokratîk bersiv dan vê bangawaziyê û ew jî gotinên xwe gotin. Divê em bi sebir bin. Bi rojekê an jî bi xebatekê mixabin em nikarin bi ser bikevin lê em ê bi sebir bin û xebata xwe berdewam bikin da ku em jiyaneke axlaqî û polîtîk ji nû ve ava bikin.”








