Stenbol – Ji bo cangoriyên Kurdistanê ku di dem û cihê cuda jiyana xwe ji dest dane li Stenbolê bi pêşengtiya MEBYA-DERê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê êş û serbilindî bi hev bûn. Dem têra oxirkirinê nekir.
Îro ji ber ragihandina cangoriyên Tevgera Azadiyê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane êş jî, serbilindî jî bi hev re tê jiyîn. Li her malekê şîn li her dilekê de êşek giran kon vedaye. Yên ku têkoşînê ji tunebûnê dane destpêkirin û anîne van rojan di şexsê cangoriyên hatine ragihandin de careke din tên bibîranîn. Tevî malbat, dost û xizman ji her beşeke civakê berê xwe da li bernameya bîranînê.
Bi hezaran şehîd dan, rêça rizgar Kurdistan
Wekî ku di strana Agirê Jiyan Dîlan de jî tê gotin bi hezaran şehîd dan, rêça rizgar Kurdistan. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo azadiyê canê xwe dan û ala azadiyê bilind kirin. Îro roj xwedîderketina wan cangoriyan e. Bi pêşengtiya Komeleya MEBYA-DER ya Stenbolê ve ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê bernameya bîranînê hatin lidarxistin.
Wêneyên ku di bernameyan de derketine holê, rastiya Kurdistanê nîşanî me da ku êş û serbilindî bi hev re hat jiyîn.
Yek bi yek himbêz kirin: Ev zarokê min e
Piştî malbatên cangoriyan hatin li eywana bîranînê yek bi yek tevahî wêneyên şehîdan himbez kirin û ramûsandin. Dem têrî oxirkirinê nekir, her yek bi dirêjî li wêneyan nihêrtin û bi serbilindî gotin, ‘Ev zarokê min e.’
‘Bila serê Kurdistanê sax be’
Malbatên cangoriyan ku li Baxcilarê dema ku welatî ji bo sersaxiyê hatin gel, ew bi serbilindî pêşwazî kirin. Aliyekî rondik dibarindin lê li aliyê din jî sekna serbilindiyê nîşan dan. Di dilê tevahî malbatê şehîdan de heman gotin hebû: ‘Bila serê Kurdistanê sax be.’
Malbatên cangoriyan û kesên serdanê kirinbûn li dor wêneyên cangoriyan û findên li ser maseyan kom bûbûn bûn xelek, di hema hestan de bûn yek dil. Li bîranîna Stenbolê êş û jan bi hevgirtinê hatin aşkirin.














