Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz bi hinceta, ‘Gefxwarin û aşkerekirina nepeniya jiyanê’ hat girtin.
Li bajaroka Gite ya navçeya Silopya ya Şirnexê cerdevanê bi navê Mehmet Yagiz (41) ku demek dirêj li ser jina bi navê Î.Î. (18) destdirêjî pêk anîbû û piştre bi gefxwarinê dîmenên Î.Î. li ser madyaya dîjîtal parvekiribûn bi hinceta, “Gefxwarinê û aşkerekirina nepeniya jiyanê” hat girtin.
Tacîzkar dema ji peywira li Başûr dihat hat binçavkirin
Mehmet Yagiz duh dema ji peywira cerdevaniyê ya ji başûrê Kurdistanê vedigeriya li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatibû binçavkirin û piştî îfadeya li cendirmeyê îro sewqî dozgeriyê hat kirin. Serdozgeriya Silopya bi daxwaza tacîz, gefxwarin û eşkerekirina nepeniya jiyanê xwest Mehmet Yagiz were girtin. 1emîn Dadgeha Cezayên Esliyê ya Silopya derbarê tacîzkar Mehmet Yagiz de bi hinceta, “gefxwarin û eşkerekirina nepeniya jiyanê’ biryara girtinê da. Mehmet Yagiz birin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
Balkêş e ku dadgehê derbarê destdirêjiya Mehmet Yagiz a li ser Î.Î de biryara girtinê neda.












