Rêxistina DEM Partiyê ya Curnê Reş bi mûnasebeta 15ê Tebaxê konsereke girseyî li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ew ê li ser bingeha paradigma û bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna aştî û çareseriya demokratîk mezin bikin.
Rêxistina DEM Partî ya Curnê Reşê ya Rihayê bi mûnasebeta 15ê Tebaxê li Qada Bazara Înê konsereke girseyî li dar xist. Bernameya ku saet di 18.30an de dest pê kir, ligel gelek welatiyan, rêveberên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn.
Bernameyê ji bo bîranîna yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir.
Di bernameyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 15ê Tebaxê û wiha axivî: “Ji bo gelê Kurd ev roj, roja vejînê ye. Ev têkoşîna ku nêzî 50 sal in bênavber berdewam dike, di 27ê Sibata 2025an de derbasî qonaxeke nû bû. Bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk hat destpêkirin. Em ji her demê zêdetir nêzî aşitî û çareseriya demokratîk in. Ji îro û pê de em ê têkoşîna xwe ya aşitî, çareserî û azadiyê li qad û kolanan hîn bêtir mezin bikin. Ji bo avakirina aşitiyeke birûmet û çareseriya demokratîk a pirsika kurd, em ê li gorî paradîgma û perspektîfa Birêz Ocalan bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”
Pişti axaftinan, derbarê pêvajoya dîrokî û têkoşîna 15ê Tebaxê de sînevîzyonek hat nîşandan.
Bername piştî stranan ji aliyê hunermendên herêmî, klamên dengbêjan û govend hat gerandin. Bername bi coşeke mezin bi dawî bû.















