• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Navenda Nûçeyan

14 TEBAX 2026 - 10:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
HPGê Cejna Vejînê 15ê Tebaxê pîroz kir û wiha got: “Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz dînamîkên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hemû îro berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê 42yemîn salvegera 15ê Tebaxê de daxuyanî da.

HPGê di destpêka daxuyaniyê de di şexsê fermandar Agîd (Mahsum Korkmaz) de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Em Cejna Vejîna Neteweyî û salvegera 42yemîn a Pêngava 15ê Tebaxê ya Mezin ku fermana mirinê ya Kurdan çirand, şerê hebûn û azadiyê da destpêkirin û vejîna gelê Kurd pêk anî, di serî de li rêber û afirînerê vê pêngava dîrokî li Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên xwe yên nemir ku têkoşîna me bi xwîna xwe ya pîroz gihandin vê rojê, li gelê me yê Kurd ê welatparêz, li dostên me yên li çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin têkoşîna me û li hevrêyên xwe yên li her derê bi rengekî fedaî têdikoşin pîroz dikin. Pêngava 15ê Tebaxê ya Navdar di nava wan mercan de pêk hat ku ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin, nirxên gelê Kurd hemû dihatin talankirin, Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyeke giran de bû. Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, damezrandina PKKê, geşkirina agirê berxwedanê bi sê derbikên niftikê li zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm Dogan ve, berxwedana Çaran û geşbûna vê berxwedanê di şexsê Berxwedêrên 14ê Tîrmehê de bû bingeh ji Pêngava 15ê Tebaxa 1984an re. Ji bo parçekirina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd ‘fîşeka destpêkê’ ya ku bi pêşengiya hevrê Mahsûm Korkmaz di 15ê Tebaxê de hate teqandin, şerê me yê hebûn û azadiyê da destêkirin û ji bo Kurd û Kurdistanê bû mîladek. Di demekê de ku gelekan xeyal jî nedikirin ku fîşekê berde dagirkerî, mêtingerî û cûntaya faşîst a 12yê Îlonê, destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ya lehengiyê û têkoşîna gerîla, ji bo gelê Kurd ji her alî ve bû vejîn û rabûna li ser piyan. Gelê me ku bi îradeya Rêber Apo xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîra koletiyê qedand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê ya bênavber kir. Lewma di şexsê sembol û fermandarê pêşeng ê Pêngava 15ê Tebaxê hevrê Fermandar Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe bi ser bixînin.”

’15ê Tebaxê destwerdeneke dîrokî ye’

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bi vî rengî dewam kir:

“Pêngava 15ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî yan jî pêngaveke parastinê ya demî bû. Pêngava 15ê Tebaxê destwerdaneke dîrokî bû ku li serberjêrbûna gelekî hate kirin ku ber bi tunebûnê ve diçû. Ev pêngav ku aliyên xwe yên neteweyî, îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî bi qasî aliyê xwe yê leşkerî li pêş e, beriya her tiştî rabûna li ber teslîmiyet û zincîra koletiyê ya di mejiyê Kurdan de ye. Qereqolên ku mêtingeriyê di serê mirovên Kurd de ava kiribû ji hev xist, raxist pêş çavan ku Kurd û Kurdistan heqîqeteke ku nabe bê înkarkirin. Şoreşa Vejînê li her devera ku Kurd lê ne pêvajoyê şoreşgerî ya fikrî, civakî û demokratîk bi xwe re anî. Jinên Kurd ên azad ku bi Berxwedana Vejînê rabûn ser piyan bûn pêşengên jiyana azad ku îro jî jinên cîhanê hemû îlhamê jê werdigirin, xweziya xwe pê tînin û bi baldarî dişopînin. Ev pêşketinên ku ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘şoreşa di nava şoreşê’ de hate pênasekirin, bi xwe re Kurdekî nupînû anî ku her kes bi serbilindî xwedî lê derdikeve, mirovên Kurd ên azad, ruhê Apoyî yê nikare bê zevtkirin, nirxên bilind û hişmendiya Apoyî afirand. Eger îro qala nirxên Kurd, Kurdîtî, Kurdistan, Kurdistanî û bilindahiya van nirxan tê kirin, bêguman di vê de Pêngava 15ê Tebaxê û têkoşîna ku bi şehadeta bi hezaran gerîlayî hate meşandin xwedî roleke diyarker e.

Gerîla tu carî nebû artêşeke parastinê û şervanên ji rêzê. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû nîşaneya mirovên Kurd ên nû û azad. Gerîla bi hunera mirovî ya bilind a di kesayetiya xwe de afirand, bi hesta xwe ya fedakariyê ya mezin, bi dilsoziya xwe ya bi gel û welatê xwe, bi têkoşîna xwe ya di asta lehengiyê de, bi îradeya xwe ya qewîn, hewldan û daxwaza bêhempa, pîvanên xwe yên jiyana bi rengê derwêşane ya dûrî jî ezeztiyê, bi durustî û fedakariya xwe ya bêşert di dilê gelê me de textê xwe danî. Ev meşaleya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re hate vêxistin bi aliyên xwe yên îdeolojîk û manewî civak ji ezeztiyê, ji bêçaretiyê û ji lawaztiyê rizgar kir; exlaqeke civakî ya fedaiyane ava kir ku li ser pîvanên jiyana komînal, hevrêtî û fedakariyê hate danîn. Ev manewiyata bilind û sekna îedolojîk ji bo gelê me bû çavkaniya hêzê ya esasî ku di nava şert û mercên herî giran de xwe biparêze û li hemberî êrişan paşve gavê neavêje.

Azadiya Rêber Apo gelekî girîng e ku dest jê neyê berdan

Bêguman di esasê van pêşketinên dîrokî, nirxên bilind û têkoşîna bêeman de Rêber Apo heye. Rêber Apo afirînerê hemû nirxên civakî, îdeolojîk û mirovî yên têkoşîna me ye, lewma azadiya wî ji bo gelê me û tevgera me gelekî girîng e ku dest jê nayê berdan. Ev rastî îro ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz dînamîkên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hemû îro berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Her cûre nêzîkatî û lêgerînên ku sekna Rêber Apo û azadiya wî ya teqez ji xwe re nake esas û vê heqîqetê ji nedîtî ve tê, ji bo gerîla bêhukim e. Wasiyet û fermana bi hezaran şehîdên me ku di têkoşîna 27 salan a li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û Komploya Navneteweyî de şehîd bûn, li ser vê bingehê ye. Her şehîdekî me bi gotina ‘Bijî Serok Apo’ nefesa xwe ya dawî da. Weke gerîlayên azadiyê ku şopdarên şehîdan e, em destnîşan dikin ku heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana me ya gerîla û têkoşîna gelê me wê bi her rê û rêbazê bênavber û bi biryar dewam bike.

Bi vê hêvî, bawerî û biryardariya serketinê em Cejna Vejînê 15ê Tebaxê careke din pîroz dikin û bi vê wesîleyê soza xwe nû dikin ku meşa xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ teqez bi ser bixînin. Bi destpêkirina sala 43yan a têkoşînê re em ji hevrêyên xwe hemûyan, gelê xwe yê welatparêz ên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, di têkoşîna wan de serketineke mezin dixwazin.”

Etîket: 15ê TebaxeCejna VejînêHPGNavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

17 ÎLON 2026
Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

Peyama HPGê ya ji bo şehîdan: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn

15 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyî bên derbaskirin

Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyî bên derbaskirin

16 TEBAX 2026
Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

16 TEBAX 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne