• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Amed / AW

13 TEBAX 2026 - 11:32
Kategorî: KED Û ABORÎ
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bihêzkirina aboriya jinan, zindîhiştina tovên xwemalî û teşwîqkirina hilberîna ekolojîk projeya Bîstanên Bajar ên Komunê yên Jinan xiste dewrê û berhemhilanîna pêşîn hat kirin. Jinên ku hemû qonaxên hilberînê bi hev re meşandin, zebze û nebatên bijîşkî û tamxweş ên ku çandibûn çinîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina aboriya jinan û belavkirina hilberîna ekolojîk berdewam dike. Bi pêşengiya Rêveberiya Bihêzkirina Aboriya Jinan a di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de, li Bîstanên Bajar ên Komunê yên Jinan berhemên yekem ên ked û piştgiriyê hatin çinîn.

Jinên ku di hemû qonaxên hilberînê de cih girtin û komunê ya jinan a ji 15 kesan hate avakirin, li bîstanên li jîngeha Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ya li Talaytepeya navçeya Peyasê berhemên herêmî û xwemalî yên ku gihandibûn çinîn.

Di projeyê de ku armanca wê zindîhiştina tovên xwemalî, teşwîqkirina hilberîna ekolojîk û pêşxistina çanda piştgiriyê ya di navbera jinan de ye, tevî sewzeyan nebatên bijîşkî û aromatîk jî têne çandin. Jin dê di qonaxa yekem de berhemên mîna balîcan, bacanên sor, îsot, pûng, catir, rosmarîn û nêrgiza porteqalî ku ji bîstanan bi dest xistine ji bo hewcedariyên malên xwe bi kar bînin.

Bîstan bi şitilên ji tovên xwemalî hatine hilberandin hatin çêkirin

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer, derbarê hûrgiliyên projeyê de agahî dan û da zanîn ku Bîstanên Bajêr ên Komûnê yên Jinan bi pêşengiya Rêveberiya Bihêzkirina Aboriya Jinan hatine çêkirin. Ozden Gurbuz Sumer anî ziman ku zeviyên hilberînê hatine diyarkirin û binesaziya teknîkî ya pêwîst ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin û got: “Proje bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî tê meşandin. Taybetmendiyên herî bingehîn ên bîstanan bikaranîna tovên xwemalî ye û qadên hilberînê bi şitilên ji tovên xwemalî hatine bidestxistin hatine avakirin.”

Ozden Gurbuz Sumer anî ziman ku jin ji çandiniyê heta çinînê, ji paqijkirina giyayên bizirar heta civandina berheman hemû qonaxên hilberînê bi hev re dimeşînin û pevajoya bi têgihiştineke xebatê ya hevpar û wekhev berdewam dike.

Jin bi ezmûn û zanîna teknîkî ya ku di bîstanan de bi dest dixin, armanc dikin ku di paşerojê de hilberînê belavî qadên berfirehtir bikin û di aboriya bajêr de roleke çalak xurtir bilîzin.

Etîket: çinînnebatên dermannebatên tamxweşOzden Gurbuz Sumerakirina berhemSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026
Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne